Di zivistanê de zehmetiyan koçberan zêdetir dibin

 Li Kampa Waşûkanî ji ber baranê çadir di bin avê de man û li kolanên wê golên avê çêbûne. Koçberan banga destwerdana lezgîn kir û diyar kir ku daxwaza wan a sereke vegera ewle ya li warê xwe ye.

10 kanûn, 2025   05:20
HESEKÊ
BILIND HECÎ

Ji ber barana bênavber ku roja Şemiya borî bariya, çandirên koçberên Kampa Waşûkanî veguherî mîna golên biçûk ên avê. Koçberan jî banga lezgîn a çareserkirinê kir.

Hisên Mihemed ji bajarê Serêkaniyê yê ku di sala 2019’an de ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirî û li kampê dimîne, bi destên xwe û alavên besît kanalên kanalîzasyonê yên ji ber heriyê xitimîne, vedike.

Hisên Mihemed got: "Çadirên me êdî dijwariya zivistanê û baranê tehemul nake. Tîmên pispor ên çareserkirina pirsgirkên li kampê ji duh ve kar nekirine. Ez ji sibehê ve hewl didim kanalên kanalîzasyonê yên ji ber barana dijwar xitimîne, vekim.  Zarokekî biçûk jî dema diçû dikana kampê di golekê de werbû.”

Hisên Mihemed anî ziman ku wî tevahî para xwe ya alîkariyan firot da ku pê çadireke nû bikire.

Koçbera bi navê Sara Ebûd jî ku hewl dide ava li ber deriyê çadira wê kom bûye bide aliyekî, bi dengekî westiyayî dibêje: "Em dixwazin vegerin malên xwe û li ser erdên xwe. Li çadirên me temaşe bikin. Ev 6 sal e em ji malên xwe dûr in. Em bi kêfxweşî dijiyan û pêdiviya me bi tiştekî nebû. Lê êşa me ya heyî nayê wesfiandin. Ava baranê cilên me û çandirên me dan ber xwe û her tişt şil kir.”

Sara Ebûd diyar kir ku daxwaza wan a yekane ew e ku vegerin malên xwe û li ser erdê xwe û got: "Em dixwazin beriya dawiya salê vegerin."

Koçbera bi navê Meryem Silêman jî got: "Çadir riziyane û êdî qet me naparêzin. Pêdiviya me bi çadirên nû hene. Tiştek li cem me tune yen. Rêxistinên mirovî jî êdî serdana me nakin û alîkariya me nakin."

Meryemê jî bi van gotinan xwesteka xwe ya vegera li Serêkaniyê anî ziman: "Em tiştekî zêde naxwazin. Em dixwazin hew vegerin warê xwe. Dibe ku em ji derve sax dixuyan, lê ji hundir de em mirî ne. Hêviya min a yekane ew e ku dawiya vê salê vegerim mala xwe."

Li Kampa Waşûkanî ya li rojavayê bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê derdroa 16 hezar û 360 koçber hene ku di hezar û 993 çadiran de dimînin. Koçber ku mercên dijwar derbas dikin, banga lezgîn li rêxistinên mirovî û aliyên têkildarî kir ku çareseriyên daîmî ji bo pirsgirêkên ku her sal di zivistanê de derdikevin peyda bikin.

(b)

ANHA