ˋSerdana Komîsoynê ji Rêber Apo re gaveke erênî ber bi aştiyê ve yeˊ

Hevseroka Yekitiya Rewşenbîrên Dêrikê û endamekî PYDˊê diyar kir ku serdana Komîsyona Parlamentoyê bo Îmraliyê gaveke erênî ber bi ji nû ve destpêkirina pêvajoya aştiyê ve ye.

ˋSerdana Komîsoynê ji Rêber Apo re gaveke erênî ber bi aştiyê ve yeˊ
10 kanûn, 2025   02:50
QAMIŞLO
KESLÛMA ELÎ

Hevseroka Yekitiya Rewşenbîrên Dêrikê û endamekî Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) der barê serdana dawî ya Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Netewî ya Meclisa Tirkiyeyê bo Girtîgeha Îmraliyê ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re, ji ajansa me re axivîn.

Hevseroka Yekitiya Rewşenbîrên Dêrikê, Zelûx Bekir got ku serdan "dereng pêk hat û diviyabû berî bi salan bihata kirin".

Zelûx diyar kir ku ev serdan "gaveke girîng ber bi pêkanîna pêvajoya aştiyê ya ku ji hêla Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin û kilîda çareserkirina pêvajoya aştiyê li Tirkiye û herêmê ye."

Zelûx destnîşan kir ku "ev gav hem ji raya giştî ya Tirkiyê û hem jî ji civaka Kurd re deng veda, ji ber ku ew garantiyek ji bo xwestek û hêviyên civakê temsîl dike.

Zelûx da zanîn ku "serdana komîsyonê xizmeta berjewendiyên civaka Tirk û Kurd bi hemû cûrbecûriya xwe dike. Kilîda çareserkirina pirsgirêkên Tirkiye û Rojhilata Navîn di banga Rêber Apo de ye, rastiyek ku ji hêla zanyar, siyasetmedar û rewşenbîrên cîhanê ve tê nas kirin."

Zelûx ji aliyê Tirkî xwest ku "gavên pratîkî yên weke ku ji hêla Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ve hatine destpêkirin bavêje."

Zelûx banga "sazkirina destûrek demokratîk kir ku hemû pêkhateyên civaka Tirkiyê temsîl bike û jiyana aştiyane misoger bike."

Endamê PYD`ê Ebdilhadî Ehmed diyar kir ku "Tirkiye, ku polîtîkayên wê gihîştine qonaxek xetimandinê, niha bi balkêşî li gavên Rêber dinere, wan wekî rêyek derketina ji krîzên xwe dibîne. "

Ehmed da zanîn "rola Rêber Apo di veguherandina şer bo aştî û civakek demokratîk de dilîze bandorek navneteweyî li ser astên siyasî, dîplomatîk û ramyarî dike."

Ehmed destnîşan kir ku "divê Komîsyona Parlementoyê projeya rêber bicîh bîne ji ber ku ew proje hêviya civakê ye."

Ebdilhadî Ehmed destnîşan kir ku "krîzên Rojhilata Navîn, bi taybetî yên civaka Sûriyeyê, bêyî raman û projeya demokratîk a ku ji hêla Rêber Abdullah Ocalan ve hatî pêşkêşkirin, nayên şareserkirin."

(k)

ANHA