Di sersaxiya malbatên şehîdan de soza şopandina rêça wan hat nûkirin

Xelkê bajarê Amûdê û gundewarî wî sersaxî da malbatên 3 şehîdên QSDˋê û soza şopandina rêça wan nû kir.

30 ÇILE, 2025   16:43
QAMIŞLO

Xelkê bajarê Amûdê û gundewarê wî sersaxî da malbatên her sê şervanên QSDˋê şehîd Zinar Amûdê, Reşo Amûdê û Cano. Konê sersaxiyê li qada navenda Ciwanên Şoreşger a bajêr hatiye vedan.

Şervanên QSDˋê Zinar Amûdê (Civan Îbrahîm) di 27ˋê Çileyê de li bajarê Şedadê şehîd bû, şervan Reşo Amûdê (Bedran Derwêş) di 7ˋê Çileyê de û Cano (Xidir Murad) di 8ˋê Çileyê de di bersivdana êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Bendava Tişrînê de şehîd bûn.

Di merasîmê de endamê Desteya Malbatên Şehîdan a kantona Cizîrê Zîwer Elî axivî û got: "Ger em rastiya şehîdan binirxînin divê em gotina Rêber Abdullah Ocalan a ˋMe jiyan ji mirinê afirandˊ bi bîr bixin."

Fermandarê Melcisa Leşkerî ya Amûdê Berxwedana Bîco axivî û got: "Berxwedana ku şervanên me raber dikin berxwedaneke dîrokî ye."

Endama Kongra Star Mura Zoro jî got: "Em ji mirinê mezintir in û dewleta Tirk nikare vîna me bişikîne."

Welatiyê ji girtîgeha dewleta Tirk a dagirker rizgar bûye Dijwar Îsmaîl (Ridwan Nesrî) got: "Şehîdan ji me ewlehî pêk anî û di oxira parastina welat de canê xwe da."

Rêberê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Fûad Deqorî jî got: "Şehîdan di oxira welatê xwe û azadiya gelê xwe canê xwe da."

Her wiha endamê Kongreya Îslama Demokratîk Omran Ehmed jî got cihê şehîdan pîroz e û ew nemirin.

Her wiha apê şehîd Reşo Amûdê, Lezgîn Derwêş jî got: "Em ji mirinê natirsin û divê tevahî berê xwe bidin Bendava Tişrînê û li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê tê bikoşin."

Her wiha hevrêyê her sê şehîdan, Huner Serêkaniyê jî got: "Em soz didin hevrêyên xwe yên şehîd ku em ê heta pêkanîna serkeftinê li ser şopên wan bin."

Merasîm bi diruşmên "şehîd namirin" bi dawî bû.

(fr)

ANHA