Li Kobanê ji bo 12 şehîdan merasîm

Cenazeyên 2 welatiyên ku duh li Kobanê di êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibûn, hatin oxirkirin. Ji bo 10 şervanên di dîrokên cuda de şehîd bûne jî, merasîma cenaze ya xiyabî hat çêkirin.

Li Kobanê ji bo 12 şehîdan merasîm
Li Kobanê ji bo 12 şehîdan merasîm
Li Kobanê ji bo 12 şehîdan merasîm
Li Kobanê ji bo 12 şehîdan merasîm
Li Kobanê ji bo 12 şehîdan merasîm
Li Kobanê ji bo 12 şehîdan merasîm
Li Kobanê ji bo 12 şehîdan merasîm
Li Kobanê ji bo 12 şehîdan merasîm
Li Kobanê ji bo 12 şehîdan merasîm
Li Kobanê ji bo 12 şehîdan merasîm
Li Kobanê ji bo 12 şehîdan merasîm
Li Kobanê ji bo 12 şehîdan merasîm
Li Kobanê ji bo 12 şehîdan merasîm
30 ÇILE, 2025   16:56
KOBANÊ

Ji bo şervanên QSD`ê Cemîl (Cemal Derwîş) û Ferhad Kobanê (Mistefa Hiso) ên ku 8`ê Kanûna 2024’an li Minbicê şehîd bibûn, Dilsoz (Fewaz Mihemd) ê 7`ê Kanûna 2024`an li Dêr Hafir, Xemgîn Horik (Ehmed Mistefa)  û Ebdullah (Ebdulllah Beko) ên 7`ê Kanûnê 2024`an li Minbicê û endamê Hêzên Erka Xweparastinê Îbrahîm (Îbrahîm Osî) ê 7`ê Kanûna 2024`an li Mincbic, şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şoreş ( Mistefa Kurdî) ê 8`ê Kanûna 2024`an li Minbicê, Ciwan Kobanê (Mihemed Nebî) û Reşo Boraz (Mehmûd Mistefa) ên 8`ê Kanûna 2024`an li Pira Qereqozaqê, Hogir (Ehmed Şêx Ehmed) ê 9`ê Kanûna 2024`an li Minbicê şehîd bibûn, merasîma xiyabî hat çêkirin.

Her wiha cenazeyên welatiyên bi navên Azad Mehmûd û Şêrzad ku duh (29  Çileya 2025) di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker a li navenda Kobanê de şehîd bibûn hatin oxirkirin.

Bi sedan şêniyên kantona Firatê, endamên saziyên sivîl, Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî beşdarî merasîma ku li Qada Şehîd Egîd a Kobanê hat lidarxistin bûn.

Di merasîmê de  hevserokê Desteya Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Mistefa Êto sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest got: “Bi saya şehîdan em bi azadî dijîn. Şehîd ew in ku ji bo zîncîra koletiyê biqetînin û gel bi azadî û rûmet bijîn canê xwe dane. Em jî soz didin şehîdên xwe ku em ê her tim rêya wan bişopînin.”

Rêvebera Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Kongra Star a Kantona Firatê Xunav Xelîl jî anî ziman ku ew ê tola şehîdan hilînin û wiha pê de çû: “Dijmin dixwaze gelê me di qirkirinê re derbas bikin, lê gelê me hilma azadiyê kişandiye û êdî ji hêza xwe bawer e."

Piştî merasîma xiyabî, girseyê cenazeyên şehîd Azad Mihemed Elî û Şêrzad birin Pakrewangeha Şehîd Dîlce û li wir spartin axê.

(sş/bb)

ANHA