Li Somaliyê 16 çeteyên Tevgera El Şebab hatin kuştin

Artêşa Somaliyê ragihand ku li herêma Hîran di operasyonekê de 16 çeteyên Tevgera El Şebab hatin kuştin.

Li Somaliyê 16 çeteyên Tevgera El Şebab hatin kuştin
30 ÇILE, 2025   15:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Ajansa Somali National News )SONNA), artêşa Somalî operasyoneke berfireh li herêma Hirwan pêk anî. Di encamê de gelek cihên stratejîk xistin bin kontrola xwe û 16 çeteyên Tevgera El Şebab kuştin.

Hate diyarkirin ku artêşa teqez kiriye dê çalakiyan bidomîne heya ku tevahî welat ji komên terorîst rizgar bike û ewlehiyeke mayînde mîsoger bike.

Zêdetirî 10 sal e hêzên Somanî şerê çeteyên Tevgera El Şebab ên girêdayî rêxistina El Qaîdeyê dikin. Di çend mehên dawîn de çend herêmê ji destê wan derxistin.

(bb)