Li Xezayê 11 kesên din hatin kuştin

Di encama bombebarana balafirên şer ên Îsraîlê yên li dijî Xezayê de, 11 filistînî hatin kuştin.

Li Xezayê 11 kesên din hatin kuştin
25 îlon, 2025   10:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Parastina Sivîl a Xezayê ragihand ku îro di berbanga sibê de balafirên şer ên Îsraîlê maleke koçber tê de bi cih bûbûn, bombebaran kir. Di encamê de 11 kes hatin kuştin ku yek jê zarok e.

Berdevkê Parastina Sivîl Mehmûd Besel piştî êrişê ji saziyên çapemeniyê re got: “Ji ber bombebarana artêşa Îsraîlê ya li dijî mela Ebû Derûc a li Bakur El Zewayîd a li naverasta Xezayê 11 kes hatin kuştin.”

Di hefteya derbasbûyî de Îsraîlê dest bi êrişa bejahî ya li dijî herêma Xezayê kiribû. Di encama êrişê de pêleke koçberiyê ya mezin ji Xezayê çêbûye.

(dc)