Di rojnameyên erebî de metirsiyên gurbûna şerê bi Îranê re

Di gotarên rojnameyên erebî de hat diyarkirin ku dibe ku şerê di navbera DYA û Îranê de gur bibe, bandorê li ewlehiya Erebistana Siûdî û tevgera deryayî ya navneteweyî bike.

Di rojnameyên erebî de metirsiyên gurbûna şerê bi Îranê re
13 cotmeh, 2026   10:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî bal kişand ser geşedanên herêmî, bandora şerê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li hemberî Îran û Hûsiyan, rola Îranê di piştgiriya pêşxistina hêza koman de, tevgera navneteweyî ya çavdêriya li ser torên koma Îxwan El Mislimîn.

‘ÊRIŞÊN DYA’YÊ ŞANTAJA ÎRANÊ Û HÛSIYAN JI BO SIÛDIYÊ BI DAWÎ NAKE’

Di rojnameya El Nehar a Lubnanê de hate gotin ku hemleya leşkerî ya DYA’yê ya nû ya li dijî Îranê û Hûsiyan dibe ku encamên li ser rûyê erdê bi xwe re bîne, lê ew şantaj û ferzkirina çareseriya siyasî şertên DYA’yê pêk nayne.

Di rojnameyê de hat destnîşankirin ku berfirehkirina êrişan, dibe ku bihêle Tehran binke û tesîsên enerjiyê li Kendavê hedef bigire, ev di demekê de ku nakokiyên bernameya nukleerê û Tengava Hurmuzê berdewam dikin, gefê li ewlehiya tevgera keştiyan û bazirganiya petrolê dixwe.

Girêdayî mijara Hûsiyan di rojnameyê de hat diyarkirin ku êrişên hewayî dibe ku hêza wan a leşkerî lawaz bike, lê ew şantajên ji bo Siûdiyê û Deryaya Sor bi dawî nake, hewandina komê daxwaza stratejiyeke dirêj a bi koordîneya leşkerî û siyasî, çareserkirina aloziya Yemenê dike.

Hat destnîşankirin ku domandina aliyê leşkerî bêyî pêvajoyeke siyasî ya zelal dê şer dûvdirêjtir bike.

‘HÛSÎ Û ÎRAN; BERJEWENDIYÊN HEVBEŞ’

Di gotareke rojnameya Independent Erebî de rola leşkerî ya Îranê di pêşxistina hêzên Hûsiyan de hat vegotin. 

Di gotarê de hat destnîşankirin ku raporên tîma pisporên Neteweyên Yekbûyî ya bi Yemenê re peywendîdar re dide zanîn ku hêza pêşxistin û berhemdayîna birêxistinbûyîna leşkerî bêyî piştgiriya derve tune ye, têkiliya di navbera her du aliyan de piştgiriya leşkerî derbas dike û di nava xwe de berjewendiyên siyasî û aborî yên hevbeş dihewîne.

‘VEGUHERTINA BER BI ZÊDEKIRINA ÇAVDÊRIYA LI SER TORÊN ÎXWANAN VE’

Rojnameya El Xelîc jî bal kişand ser tevgerên Ewropa û DYA’yê yên ji bo zêdekirina çavdêriya li ser torên komên Îxwan El Muslimîn û da zanîn ku divê Parlamentoya Ewropayê stratejiyeke wekhev ji bo derketina li hember komê çêke û jêderên dayîna pereyan ji bo saziyên girêdayî wê bişopîne.

(sb)