Di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de geşedanên dawîn

Di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de gavên nû tên avêtin; hevdîtinên siyasî yên Şandeya Îmraliyê, biryara vekişîna ji Metînayê û nîqaşên li ser Komîsyona Çavdêriyê ya Meclisê pêvajo derbasî qonaxeke nû dikin. Li gel van jî ji bo statuya Rêber Abdullah Ocalan ya ku wek koordînatorê aştî û sîyasîbûnê tê pênasekirin, gaveke şênber hîna nehatiye avêtin.

Di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de geşedanên dawîn
13 cotmeh, 2026   10:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Tirkiyeyê pêvajoya ku di Cotmeha 2024’an de bi banga serokê giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî dest pê kir û di 27’ê Sibata 2025’an de bi banga Rêber Abdullah Ocalan a "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" derbasî qonaxeke nû bû, bi rojeva hevdîtinên siyasî û bêçekbûnê dewam dike. Piştî biryara fesihkirinê ya PKK’ê ya di 12’ê Gulana 2025’an de, gavên li ser danîna çekan, sererastkirinên hiqûqî û entegrasyona civakî di rojevê de ne.

JI ŞANDEYA ÎMRALIYÊ YA DEM PARTIYÊ TRAFÎKA HEVDÎTINAN

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê hefteya borî li gel cîgirê serokkomar Cevdet Yılmaz, serokê meclisê Numan Kurtulmuş, şandeya AK Partiyê û serokê giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî hevdîtin pêk anîn.

Di hevdîtinan de rewşa heyî ya pêvajoyê, mijara danîna çekan, pêkanîna gavên hiqûqî û komîsyona çavdêriyê ya ku tê payîn li meclisê bê avakirin, hatin nirxandin.

LI MECLISÊ NÎQAŞA KOMÎSYONA ÇAVDÊRIYÊ

Di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de avakirina Komîsyona Çavdêriyê ya li meclisa Tirkiyeyê, hejmara endaman û rêbaza xebatê di rojevê de ye. Tê payîn ku serokê meclisê Numan Kurtulmuş bi nûnerên partiyên siyasî re bicive. Tê plankirin ku partiyên xwedî kom li gorî rêjeya xwe ya temsîliyetê cih tê de bigirin, lê rewşa partiyên din hîn ne diyar e. Li gorî agahiyan, AKP dixwaze komîsyon bi hejmareke kêmtir 15, 17 an jî 20 kes bê avakirin. Komîsyon dê çavdêriya xebatên zagonî bike û pêşniyazan pêşkêş bike.

CEVDET YILMAZ: DU JÊRKOMÎSYONAN DEST BI XEBATÊ KIR

Cîgirê serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz aşkera kir ku Komîsyona Şopandin û Çavdêriya Qadê û Jêrkomîsyona Koordînasyona Stratejîk û Bêçekbûnê dest bi xebatan kiriye. Yilmaz da zanîn ku pêvajo bi qonaxan dimeşe; qonaxa yekem danîna çekan, tespîtkirina li qadê û piştrastkirina ji aliyê Lijneya Ewlekariya Neteweyî (MGK) ve ye. Jêrkomîsyonên din ên wekî "Karên Edlî û Hiqûqî" û "Hevgirtina Civakî" jî ji bo qonaxa duyem amadekariyan dikin.

DAXUYANIYA VEKIŞÎNÊ YA JI METÎNAYÊ

Di asta pratîk de, vekişîna ji herêma Metînayê derket pêş. Rêveberiya Tevgerê ragihand ku hêzên çekdar ên li nav sînorên Tirkiyeyê û herêmên nêzî sînor bi temamî hatine vekişandin. Hat diyarkirin ku li beşa Bazê ya herêma Metînayê, 4 baregeh û xalên stargehê yên bi navên Xebat, YAJK, Sabrî û Sason di 8’ê Cotmeha 2026’an de hatine valakirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev biryar parçeyekî stratejiya bidawîanîna têkoşîna çekdarî û derbasbûna ber bi têkoşîna siyasî û demokratîk ve ye.

Fermandarê Biryargeha Navendî ya HPG’ê Murat Karayilan jî di hevpeyvîna xwe ya li gel The Amargiyê de diyar kir ku vekişîna ji Metînayê ne encama têkçûneke leşkerî ye, lê encama diyalog û nirxandinên navxweyî ye. Karayilan da zanîn ku ji bo hêzên li Amed, Mêrdîn û Botanê, her wiha hêzên li bajaran talîmata vekişînê hatiye dayîn. Karayilan bal kişand ser rola Rêber Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku divê gavên leşkerî bi gavên berfireh ên siyasî û hiqûqî bên temamkirin. Çavkaniyên ewlehiyê yên fermî jî piştrast kir ku ev çar herêm di 8’ê Cotmehê de hatine valakirin.

QANÛNA ÇARÇOVEYÊ Û ÇARÇOVEYA HIQÛQÎ

Di qada hiqûqî de "Qanûna Bihêzkirina Piştevaniya Neteweyî û Yekbûna Civakî" ya ku di 10’ê Tebaxa 2026’an de hat qebûlkirin di rojevê de ye. Ev sazûmanî, piştî piştrastkirina danîna çekan û biryara fesihkirinê, tevlêbûna civakî û sererastkirinên qanûnî li xwe digire.

Cîgirê serokê giştî yê MHP’ê Fetî Yildiz di daxuyaniya xwe ya 12’ê Cotmehê de anî ziman ku pêvajo dibe ku heta dawiya meha Mijdarê bi encam bibe. Yildiz diyar kir ku nêzî 2 hezar û 800 kes dikarin ji vê qanûnê sûdê wergirin.

KURTULMUŞ: PÊDIVÎ BI QADA HIQÛQÎ Û ABORIYÊ HEYE

Serokê meclisê Numan Kurtulmuş diyar kir ku ji bo serkeftina mayînde ya pêvajoyê, tenê ewlehî têrê nake; divê serweriya hiqûqê, pêşveçûna demokratîk û geşepêdana aborî ya herêmî jî bên xurtkirin. Kurtulmuş destnîşan kir ku rawestandina şer dê rê li ber aboriya aştiyê û geşepêdana herêmê veke.

 STATUYA RÊBER ABDULLAH OCALAN HÊ JÎ FERMÎ NEBÛYE

Di çarçoveya Qanûna Çarçoveyê de, di bin banê Lijneya Şopandin û Nirxandinê ya bi serokatiya cîgirê serokkomar Cevdet Yılmaz de 4 jêrkomîsyon hatin avakirin. Ji van saziyan "Jêrkomîsyona Koordînasyona Stratejîk û Bêçekbûnê" di rojevê de ye; nirxandinên ku tê de tên destnîşankirin ku divê Rêber Abdullah Ocalan di pêşveçûna pêvajoyê de wek koordînator rolekê wergire.

Lê, heta niha der barê rol û mîsyona Rêber Abdullah Ocalan a bi nava Koordînatorê Aştî û Sîyasîbûnê ya pêvajoyê de, statuya wî û peywira koordînasyonê de tu biryareke fermî an jî gaveke şênber nehatiye aşkerakirin.

Zelalbûna çarçoveya hiqûqî û siyasî ya têkildarî statuya Rêber Abdullah Ocalan, ji bo qonaxa pêş wek yek ji mijarên sereke yên ku li benda bersivê ne li pêşberî raya giştî dimîne.