Di rojnameyan de durûtiya Tirkiyeyê û dan û standinên Cinêvê

Tevgerên leşkerî yên Tirkiyê di nav axa Iraqê de pirsên li ser cidiyeta pêvajoya dan û standinên çareseriyek siyasî derdixe holê. Di heman demê de çav li gera sêyemîn a dan û standinên nukleerî yên nerasterast di navbera Washington û Tehranê de ne ku dê li Cinêvê pêk were.

Di rojnameyan de durûtiya Tirkiyeyê û dan û standinên Cinêvê
26 sibat, 2026   10:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyan di hejmarên xwe yên vê sibehê de cih dan tevgerên dewleta Tirk ên di nava Iraqê de di demekê de ku pêvajoya aştî û civakeke demokratîk hatiye ragihandin, tora sêyemîn a dan û standinên nukleerî yên ne rasterast ên di navbera Washington û Tehranê de ku dê li Cinêvê pêk were.

TIRKIYE Û PKK: AŞTÎ LI SER MASEYAN, MAKÎNEYA LEŞKERÎ LI SER ERDÊ

Rojnameya El Ereb diyar kir ku Tirkiye di demekê de behsa  pêvajoya aştiyê bi PKK’ê re dike û li cihekî din operasyonên wê yên leşkerî li Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Rojnameyê ev yek wekî "Durûtî" bi nav kir û ev nirxandin kir " Enqere, tevî pêşkeftina di diyalogê de, hebûna xwe ya leşkerî bi avakirina rê û baregehên nû û girêdana çeperên xwe li herêmên Zab, Avaşîn û Metîna bi torên lojîstîkî yên berfireh xurt dike. Ev tevger dide xuyakirin ku Enqere dixwaze hebûnek xwe ya demdirêj li herêmê çêbike. "

Rojnameyê cih da raporekê ku ji aliyê "Tîma Avakerên Aştiyê ya Civakê"  ve hatî weşandin. Di raporê de behsa ji nû ve destpêkirina êrişên hewayî piştî mehan aramiyê û berfirehkirina "herêmek tampon" tê kirin da ku tevgerên leşkerî ji rêyên giştî dûr bixe.

Hate gotin,  "Ji ber operasyonên leşkerî bi sedan gund bi bandor bûn; hin bi awayekî qismî û hin bi awayekî giştî koçberî çêbûn. Veger jî sînordar bû. Ev yek jî lawaziya agirbestê û domandina tevgera leşkerî ya her du aliyan nîşan dide."

’CINÊV: XALEK WERÇERXÊ DI NAVBERA AŞTÎ Û ŞER DE... TRUMP MOŞEKÊN ÎRANÎ TÎNE SER MASEYÊ’

Rojnameya El Nehar di hejmara xwe ya îro de cih da tora sêyemîn a dan û standinên nukleerî yên nerasterast ên di navbra Waşhington û Tehranê de ku li Cinêvê were lidarxistin. Rojnameyê tor wekî xaleke werçerxê di pêvajoya dan û standinên nerasterast ên di navbera wezîrê karên derve yê Îran Ebas Eraqçî û nûnerên DYA’yê de bi nav kir.

Hate gotin, "serokê DYA’yê Donald Trump asta daxwazên xwe bilind kiriye û behsa bernameya nukleerî û moşekî ya Îranê kir, lê derî li pêşberî çareseriya doplomasî vekiriye hiştiye ku eger Tehranê garantiyên zelal bide ku çekên ku nukleerî bi dest nexe. Lê li beramberî wê Tehranê bi mafê xwe yên dewlemendkirin uranumê ve li gorî rêgezên Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî ve girêdayî ye. Di heman demê de her binpêkirinek li ser bernameya xwe ya mûşekî red kir û wekî astengkerek bingehîn dibîne."

 Rojnameya Independent Erebiya jî girêdayî heman mijarê bal kişand ser hevkêşeya şer an teslîmbûnê û diyar kir ku her çend êrişeke leşkerî dibe ku rejîma Îranê hilweşîne jî, lê dibe ku hilweşîna wê ya navxweyî bileztir bike.

 Li gorî rojnameyê, rêveberiya Îranê rîskên rûbirûbûna leşkerî li hember lêçûna tawîzên bingehîn ên ku dikarin bingehên rejîmê qels bikin dinirxîne.

(bb)