Amerîka: Divê peyamana bi Îranê re demkî nebe

Nûnerê Taybet ê Serokê DYA`yê yê Rojhilata Navîn Steve Witkoff beriya Civîna 3`emîn a Nukleerê ya li Cenevreyê dest pê bike got ku heke peymaneke nukleerî ya bi Îranê re çêbe ne bi demkî divê daîmî û berfireh be.

Amerîka: Divê peyamana bi Îranê re demkî nebe
26 sibat, 2026   10:48
NAVENDA NÛÇEYAN

 Li gorî agahiyên nûçeyeke Routersê berpirsekî payebilind yê Amerîkayê ku nexwest navê xwe eşkere bike, diyar kir ku Witkoff gotiye peymaneke nû bê çêkirin dê ne wek peymanên berê be. Wîtkoff dixwaze, peymana bê çêkirin bi demkî nebe. Li gor daxwaza Amerîkayê bernameyên nukleerî yên Îranê ji bo çavdêriya pîsporên navneteweyî vekirî be û bê sînor be û her dem bi rêk û pêk were şopandin. Her wiha Witkoff diyar kir ku Amerîka dixwaze hevdîtina peymanê ne tenê li ser dewlemendkirin û rawesatandina uranyumê be, Amerîka dixwaze di muzakereyên pemanê de mijara sinordarkirina moşek û rawestandina piştgiriya ji bo mîlîsên derve jî were rojevê.

Rêveberiya Trump peymanên nukleerî yên berê ên bidem û kirîterên bisînorkirinê êdî qebûl nake û diyar dike ku ev demên diyarkirî û kirîterên wek şert hatine danîn derfet çêdike ku di demên pêş de Îran uranyumê dewlemed bike û bibe xwediyê çeka atomî.

Li gel ku raporên li ser têkiliyên nerasterast ên di navbera Washington û Tehranê de ji aliyê civaka navneteweyî ve ji nêz ve tên şopandin, heta niha tu alî derbarê pêşnûmayeke peymanê ya fermî û berfireh de daxuyanî nedane.