Di Pêşangeha Pirtûkan de berhemên jin û yên xwecih 

Di Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol de, berhemên çapkirî yên xwecih û beşên taybet ên pirtûkan jinan û zarokan balê dikişînin.

Di Pêşangeha Pirtûkan de berhemên jin û yên xwecih 
Di Pêşangeha Pirtûkan de berhemên jin û yên xwecih 
Di Pêşangeha Pirtûkan de berhemên jin û yên xwecih 
Di Pêşangeha Pirtûkan de berhemên jin û yên xwecih 
Di Pêşangeha Pirtûkan de berhemên jin û yên xwecih 
Di Pêşangeha Pirtûkan de berhemên jin û yên xwecih 
Di Pêşangeha Pirtûkan de berhemên jin û yên xwecih 
Di Pêşangeha Pirtûkan de berhemên jin û yên xwecih 
Di Pêşangeha Pirtûkan de berhemên jin û yên xwecih 
Di Pêşangeha Pirtûkan de berhemên jin û yên xwecih 
Di Pêşangeha Pirtûkan de berhemên jin û yên xwecih 
Di Pêşangeha Pirtûkan de berhemên jin û yên xwecih 
30 cotmeh, 2023   04:37
QAMIŞLO
XALID ETÊ

Şemiya borî 7`emîn Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol li Qamişloyê dest pê kir. Li ser asta Kurdistanê, welatên Ereban û cîhanê gelek çapxane û saziyên çandî beşdarî pêşangehê bûne. Pêşangeh wê 4 rojan berdewam bike.

Cîgira Hevserokatiya Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û endama Komîteya Amadekar a pêşangehê Ronahî Hesen diyar kir ku tevlêbûna îsal a pêşangehê li gorî ya par zêdetir e û got, di pêşangeha îsal de 60 çapxane, pirtûkxane û saziyên çandî beşdar in.

SERENAVÊN BERHEMÊN XWECIH ÊN NÛ

Ronahî diyar kir ku di pêşangehê de 325 serenavên pirtûkên xwecih hene û wiha domand: ′′Ji wan 17 pirtûk ji aliyê Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatine çapkirin. Her wiha beşên taybet ji bo berhemên jin û zarokan hatin veqetandin."

Li gor Komîteya Amadekar, ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 24 çapxane, pirtûkxane, yekitî û kovar beşdar in. 2 beş ji bo zarokan (Kovara Mizgîn û Pirtûxaneya Rona) û 3 beşê ji bo berhemên  jinan (Jineolojî, Kovara Asoya Jin û Kovara YPJ`ê) hatin diyarkirin.

Der barê berhemên xwecih ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de Ronahî got: "Îsal, hejmara pirtûkên nû hatine çapkirin û di pêşangehê de hatine pêşandin zêdetir e. Par 270 sernavên xwecih beşdarî pêşangehê bûbûn. Tevlêbûna çapxane, berhemên xwecih, bi taybet wêjeya jin û pirtûkên bi zimanê kurdî li gorî par zêdetir e."

Ronahî diyar kir ku rêjeya berhemên îsal baş e û got: "Li herêmê hejmara çapxaneyan kêm e. Amûr û alavên çapkirinê nayên peydakirin. Tevî wê jî em ê hewl bidin van astengiyan derbas bikin û çapxaneyên xwecih li herêmê pêş bixin."

BAŞDARIYA JINAN

Îsal derdora 40 pirtûk (Nivîs û wergerandin) hatine çapkirin. Têkildarî behemên jinan jî  (Beşên Jineolojî, Kovara YPJ`ê, Kovara Asoya Jin) beşdar in. Ji vê zêdetir berhemên jinan di tevahî beşan de hatin pêşandan, balê dikişînin.

Der barê beşdariya wêjeya jinan di pêşangehê de, seroka edîtoriya Kovara Asoya Jin  Nergiz Îsamîl beşdariya jinan di pêşangehê de bi "gaveke dîrokî" wesifand.

Kovarê bi 3 berheman "Jin, Jiyan, Azadî", "Malbata Demokratîk" û "Zayendperestî" beşdarî pêşangehê bû. Kovara Asoya Jin, kovareke fikrî, siyasî û çandî ye. Her du meh carekê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê weşandin.

Nergiz got: "Başdariya jinan a zêde balkêş e. Pêşangeh, rê li pêşiya tevlêbûneke berfirehtir a çandî û fikrî vedike.  Her wiha beşeke ji şoreşa fikrî û çandî ya herêmê ye. Em hewl didin bi rêya kovara xwe, balê bikişînên ser aso, fikr û siyaseta azad a jinan. Em hêvî dikin ku ev mijar pêş bikeve û pêşangehên taybet ên bi jinan û bi pênûsa wan li dar kevin."

Kovara Jineolojî jî, bi berhema xwe ya bi manşeta "Pêşeroja şoreşa jinan û bingeha wê ya dîrokî" tev li pêşangehê bûye. Her wiha hejmara duyemîn a bi manşeta "Bandora şoreşê li ser jinan û civakê" di pêşangehê de cih girtiye.

Xwendekareke Beşa Jineolojiyê ya Zanîngeha Rojava armanca beşdarbûna xwe ya pêşangehê anî ziman got, armanc ew e ku serdanvanên pêşangehê bi awayekî bêtir zanista jinan nas bikin ku xwedî girîngiyeke mezin e.

DU KOVARNÊN ZAROKAN

Di pêşangehê de beşek ji bo çîrok, kovar û pirtûkên taybet ên zarokan hatiye diyarkirin. Di vê beşê de Kovara Mizgîn a Saziya Ronahî ku her 2 hefteyen carekê tê weşandin û bê pere tê belavkirin û Kovara Rona a Nivîsgeha Rona a Zarokan cih girtine.

(şx)

ANHA