ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-10-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-10-2023
30 cotmeh, 2023   02:00

Parêzeran diyar kir ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin biryareke siyasî ye û li dijî tevahî qanûnên nanveteweyî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Şehîd Elî Ebdullah di sala 1986′an de dest bi têkoşîna civakî û bîrdozî ya li ser xeta Apoyî kir û bi Şoreşa 19′ê Tîrmehê re ev têkoşîn xurtir kir û bû yek ji damezrînerên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Helebê. Şehîd Elî Ebdullah heta nefesa dawîn dilozê azadiya gelê xwe bû. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Di Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol de, berhemên çapkirî yên xwecih û beşên taybet ên pirtûkan jinan û zarokan balê dikişînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Cûdî Hesen balkona mala xwe ya biçûk bi sedan şitlên kaktusê xemilandiye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Erdoganê bi domdarî êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, bang li Îsraîlê dike ku sivîlên li Xezayê biparêze! (BI WÊNE)

Kongra Star civîna xwe ya salane li hola PYD′ê ya li bajarê Hesekê li dar dixe, saet di 09:00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Bi merasîmekê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Salih El Elî li Goristana Şehîdan a li navçeya Şedadê tê veşartin, saet di 09:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sersaxiyê ji malbata fermandarê QSD′ê Şehîd Ferhad Dêrik (Şiblî Şiblî) re dixwazin. Konê sersaxiyê li navenda Ciwanên Şoreşger a Şehîd Bawer a li navçeya Dêrikê tê vedan, saet di 10:00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşekê li dar dixe. Meş ji qada Şehîd Xebat a li Girkê Legê dest pê dike, saet di 18:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Şêniyên Qamişloyê şervanê YPG`ê şehîd Dilbirîn Amed (Hamdullah Toprak) li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan a  li bajarê Qamişlo oxir dikin, saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Bi dirûşma "Xwendin ronahî ye" Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol li hola Zana ya li Qamişloyê di roja 3`iyan de dewam dike.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn û Şehbayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyekê li kampa Berxwedan a li navçeya Fafînê dide, saet di 10:00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Desteya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi sernavê ′′Rola jinan di qada siyasî û aborî de, zehmetî û asoyên çareseriyê′′, panelekê li hola Mişwar a li bajarê Reqayê li dar dixe, saet di 10:00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Yekitiya Jinên Ciwan û Meclisa Navçeya Ebû Qelqel a girêdayî Minbicê, li dijî sûcên dewleta Tirk a dagirker û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, meşekê li dar dixin, saet di 11:00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Turnuvaya futbolê ya mêran a li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi lîstikekê di navbera Tîma Serdem û Tîma Şemal de bi dawî dibe. Lîstik li Stada Beledî ya bajarê Reqayê li dar dikeve, saet di 14:00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Bi dirûşma "Em ê pirên aştiyê ava bikin", Desteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mîhrîcanekê li navenda Şehîd Musena ya li bajarê Tebqayê li dar dixe. Di mîhrîcanê de wê pêşangehek şêwekariyê were vekirin û şevbuhêrkeke helbestan were lidarxistin, saet di 18:00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA