′Kujer ez im werin min bibin′- Gîvara ŞÊX NÛR

Erdoganê bi domdarî êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, bang li Îsraîlê dike ku sivîlên li Xezayê biparêze!

′Kujer ez im werin min bibin′- Gîvara ŞÊX NÛR
30 cotmeh, 2023   05:46

Mirov difikire ku serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan ê sûcdar "Bê dil e". Lê Erdogan her roj kefiya Filistîniyan dide serê xwe û xwe wekî piştevanê xelkê Xezayê nîşan dide. Gotineke pêşiyan a misirî heye, dibêje "Dema li te guhdarî dikin bawer dikim, lê  kirinên te dibînim ecêb dimînin′′.

Diyar e, Erdogan gotina ku roja Şemiyê li Stenbolê li pêşiya alîgirên xwe kiribû, ji bîr kiriye. Erdogan gotibû: "Yên ku rodikên derewîn ji bo Ukraynayê dibarandin, niha li beramberî rûdanên li Xezayê bêdeng in′′. Erdogan niha rondikên sexte li ser Xezayê dibarîne, lê balafirên wî yên şer û yên bê mirov ên bi çek û obîsên wî bûne sedema qetilkirina zarokan û kesên bi temen. Erdogan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Bakur û Başûrê Kurdistanê, li Qerebax û Lîbyayê gelek zarok sêwî kirin. Ji wê zêdetir çekên wî yên kîmyewî û yên fosforî bedena gelek kesan parçe kirin û xirab kirin.

Pirsa xwe dide pêş: gelo Erdogan dema Îsraîl ji ber kuştina sivîlên li Xezayê rexne dike, xwe ji bîr kiriye ku di kuştinê de hoste ye. Divê Erdogan bizanibe çawa Mistefa Ataturk ji Hetler hînî rêbazên qatilîman bûye, fermandarên Îsrîalê jî hedefkirina zarokan, binesazî, birîna av, ceyran û sotemeniyê li ser Xezayê ji wî fêr bûne, ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê stasyonên gazê, ceyran, av, nexweşxane û qadên sivîlan dike hedef.

Lîderê AKP′ê roja Şemiyê li pêşiya alîgirên xwe gotibû, Tirkiye dê Îsraîlê ji ber êrişên wî yên hewayî yên li ser Xezayê efû neke. Lê ma wî êrişên xwe yên hewayî yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê ji bîr kiriye.

Her wiha Erdogan gotibû, ′′Îsraîl dewleteke dagirker e. Ya Îsraîlê dike ne xweparstin e, lê belê komkujiyeke diyar û xerab e, armanc jî bi rêya birçîkirin, tîhkirin û wêrankirina xizmetên tenduristiyê têkbirina niştecihên Xeza bi rengekî komî ye." Lê alava wî ya leşkerî bi domdarî êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û av û enerjiyê qut dike û depoyên, petrol, ceyran û bendavên avê dike hedef.

Xuya ye  Erdogan gotina pêşiyan a Ereban a dibêje " Va ye yê kujer ez im, werin min bibin" ji bîr kiriye. Ev gotin ku ji bo kesên ku şaştiyan dikin û ji tirsa kirina şaştiyê, dikin xwe keşif bikin.

(bb)

ANHA