Parlamentoya nû ya Sûriyeyê çawa hat avakirin û endamên wê nûnertiya kê dikin?

di 8’ê Hezîranê de yekem rûniştina parlamentoya hikumeta demkî ya Sûriyeyê bicive. Pêvajoya avakirina parlamentoyê xwe dispêre desteyên hilbijartinê yên nerasterast û destnîşankirina hin endaman ji hêla Ehmed El Şara ve tên tayinkirin. Vê yekê nîqaşeke berfireh li ser ka çi qas ev parlamento nûnertiya Sûriyeyê dike, derxistiye holê. Her çend hin kes wê wek gaveke veguhêz dibînin jî, gelek kes jî diyar dikin ku ew îradeya gel nîşan nade.

Parlamentoya nû ya Sûriyeyê çawa hat avakirin û endamên wê nûnertiya kê dikin?
2 hezîran, 2026   06:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî gelek çavkaniyan, hikumeta demkî ya Sûriyeyê amadekariyan tên dike ku rûniştina yekem a parlamentoya (Meclisa Gel) di 8’`ê Hezîranê de bi cive . Piştî hilbijartina endaman ji parêzgeha Hesekê nîqaşên li ser mekanîzmaya avakirinê û nûnertiyê berdewam dikin.

Parlamento ku wek Meclisa Gel tê naskirin, di serdema demkî de desthilata qanûndanînê ya welêt e. 210 endaman pêk tê û 140 ji wan bi rêya desteyên hilbijartinê yên li parêzgehan bi pergala hilbijartinê ya nerasterast hatine avakirin, hatine hilbijartin. 70 endamên mayî bi fermana serokê hikumeta demkî Ehmed El Şara têne tayînkirin û ev pêvajo ber bi temambûnê ve diçe.

Li gorî sîstema hilbijartinê ya demkî ku di Tebaxa 2025’an de ji aliyê hikumeta demkî ya Sûriyeyê ve hatiye pejirandin, hilbijartinên giştî yên rasterast nehatine lidarxistin. Li şûna wê, pêvajo bi avakirina komîteyên şaxan li parêzgehan dest pê kir, ku wan desteyên hilbijartinê yên herêmî hilbijartin. Dûre van desteyan endamên parlementoyê hilbijartin. Sêyeka mayî ya kursiyan dê ji hêla serokê hikumeta demkî ve were destnîşankirin.

Sîstema heyî xwe naspêre namzetiya rasterast a gel, lê tenê kesên ku ji nav desteyên hilbijartinê têne hilbijartin ve sînordar e. Sîstemê her wiha hejmarek şert ji bo namzedan danîn, di nav de divê ew Sûriyeyî bin, herî kêm 25 salî bin û xwedî kesayetiyek baş bin, kesên ku piştî 2011an bi saziyên rejîma berê an jî dezgehên leşkerî û ewlehiyê ve girêdayî ne ji nav xwe dûr xistin. Hikumeta demkî 210 kursiyên parlamentoî li ser parêzgehan belav kir, Heleb 32 kursî, Şam 10, Gundewarê Şamê 12, Hums, Hema û Îdlib her yek 12, Dêrazorê û Hesekê her yek 10, Reqa 6 û ji bo parêzgehên mayî kotayên cûda destnîşan kirin.

Ev belavkirin rastî gelek nerazîbûnên alî, blok û hêzên civakî hatin, bi taybet li deverên Kurdî. 24 partî û komên siyasî hewldana hikumeta demkî ya ji nû ve çêkirina polîtîkayên paşguhkirinê li dijî Kurdan bi rêya mekanîzmaya avakirina "Meclîsa Gel a Sûriyeyê" şermezar kirin. Wan diyar kir ku sînordarkirina nûnertiya Kurdan bi tenê 4 kursiyan rastiyên demografîk û siyasî paşguh dike û rê li ber siyaseta dûrxistinê vedike di nav saziyên dewleta Sûriyeyê de.

Mekanîzmaya avakirina parlementoyê li Sûriyeyê rastî rexne û nerazîbûnên hêzên siyasî û sivîl ên li çend herêmên Sûriyeyê hatin. Ew dibêjin ku pergala hilbijartinê nûnertiya rasterast ji bo dengdêran peyda nake, di heman demê de hikumet dibêje ku mekanîzmaya hatiy pejirandin "li gorî taybetmendiyên qonaxa veguhêz û şert û mercên heyî yên welêt bû û armanc ew e ku beşdariya berfirehtir ji bo pêkhateyên cûda yên civakî û herêmî misoger bike."

Partiya Yekîtiya Suryaniyan rexne li mekanîzmaya hilbijartina nûnerên ji parêzgeha Hesekê di parlementoyê de kir û diyar kir ku ew cihêrengiya siyasî û demografîk a parêzgehê nîşan nade û ji bo Xiristiyan û gelê Suryan-Asûrî nûnertiya dadperwer xwest. Partiya Yekîtiya Ermeniyan jî rexne li mekanîzmaya tayînkirina endamên parlementoyê ji Hesekê kir, nerazîbûa xwe diyar kir û ew wekî paşguhkirina Ermenan û civakên din ên Xiristiyan bi nav kir. Partiyê daxwaza ji nû ve avakirina saziya hilbijartinê û misogrerkirina nûnertiya dadperwer ji bo hemû pêkhateyên parêzgehê kir.

Bi nêzîkbûna dema rûniştina yekem re, çavê raya giştî diçin li ser pêkhateya parlementoyê û ka ewê karibbe nûnertiya cihêrengiya Sûriyeyê bike û pirsgirêkên siyasî, aborî û îdarî yên serdema pêş de çareser bike. Bi taybet ji ber ku piraniya endamên wê bi rêya desteyên hilbijartinê yên herêmî û komîteyên ku di bin çavdêriya desthilatê hatine hilbijartin, di heman demê de sêyeka endaman dê rasterast ji hêla serokê hikumeta demkî ve werin tayîn kirin.

Di dema rejîma berê de, bi serokatiya Partiya Baas, Meclisa Gel bi rêya hilbijartinên giştî yên rasterast dihat hilbijartin. Lêbelê, pêşbaziya siyasî tenê di nav Partiya Baas û hevalbendên wê yên di Eniya Pêşverû ya Neteweyî de ve sînordar bû, ku encamên hilbijartinê bi piranî berî hilbijartinan dihatin destnîşankirin.

Lê belê di parlementoya heyî de, ew ne li ser bingeha dengdana rasterast a gel e. Di şûna wê de, ew bi rêya desteyên hilbijartinê yên herêmî têne hilbijartin, her wiha hin endam bi biryara hikumeta demkî ya Sûriyeyê tên tayînkirin. Ev cûdahiyek e di mekanîzmaya gihîştina parlementoyê, di heman bûye mijara nîqaşê di derbarê nûnertiya rasterast a gel û rêjeya beşdariya gel di hilbijartina wê de.

(k)

ANHA