Di dosyaya koçberên Kurd ên Reqayê de tu pêşketin tune ye

Çavkaniyên ku dosyaya koçberên Kurdên li bajarê Reqayê dişopînin, diyar kir ku  tevî di civînên fermî de soz hatine dayîn jî, ew dosya ji hêla pratîkê ve sekinî maye.

Di dosyaya koçberên Kurd ên Reqayê de tu pêşketin tune ye
29 hezîran, 2026   06:05
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Di 6`ê Çileyê de komên girêdayî hikumeta demkî ya Sûriyeyê û dewleta Tirk a dagirker êrişî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên bajarê Helebê kir. Van êrişan piştre li Dêr Hafir, Tebqa, Reqa û Dêrazorê berdewam kir.

Di encama wî şerî de di derdora 2 hezar malbatên Kurd ji malên xwe yên li parêzgeha Reqayê koçî bajarê Kobanê û herêmên li Cizîrê kir.

Bandora van bûyeran ne tenê hişt ku koçberî çêbe, mal û milkên malbatên ku koç kiriye jî rastî dizî û xerabkariyê hatin. Hin komên hikumeta demkî dest danî ser malên koçberan û ew mal ji bo xwe bi kar anîn. Her wiha zeviyên çandiniyê yên welatiyên Kurd ji hêla hin alî û kesan ve hatin desteserkirin û îstismarkirin.

Di 7’ê Hezîranê de di navbera parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed, fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mehmûd Xelîl û hejmareke rûspiyên Kurd ên li Reqayê û parêzgarê Reqayê Ebdulrehman Selama ve li avahiya Parêzgariya Reqayê ji bo dîtina çareseriyekeb têkildarî vê dosyayê de, nîqaşkirina makanîzmaya vegera Kurdan a li warê wan û vegerandina mal û milkên wan, civînek hat lidarxistin.

Di encamê civînê de biryar hate dayîn ku komîteyeke taybet a koçberan bi peywendiya bi Parêzgariya Reqayê re bê avakirin. Vegera koçberan a ewle, dosyayên milk û zeviyên ku hatine desteserkirin, bên şopandin.

Çavkaniyeke ji nûnerên Kurd ên ku ji Reqayê koç kiriye û dosyayê dişopîne got: “Heta niha tu encam derneketiye û ev mijar hîn sekinî ye.”

Çavkanî diyar kir ku wan di dema borî de dosya û belgeyên girêdayî vegera koçberan amade kirine, derdora 20 dosyayên têkildarî gazinc û agahiyên desteserkirina milkên welatiyên Kurd radestî parêzgerê Reqayê kirine û wiha got: “Ji bo ku pêvajoya vegerê hêsan be, tevî ku me hejmarên koçberan û deverên ku lê dimînin şandine jî heta niha tu pêşketin çênebûne.” 

Li gorî agahiyên ku heman çavkanî dane, hejmareke zeviyên çandiniyê yên ku hatine desteserkirin îsal (mewsima çandiniyê) hatine îstismarkirin, piştî ku ew berhem hatiye çinîn, zevî ji bo çandina garis tên amadekirin.

Komîteya koordînator a dosyayê dibêje ku berdewamkirina îstismara zeviyan û milkê koçberan ku pê re jî tu gavên pratîk ji bo vegerandinê nayên avêtin, dihêle ku li ser çarenûsa sozên ku di civînên fermî de hatine dayîn, pirs derkevin holê.

Heman çavkanî da zanîn ku tevî ku ew bi nivîsgeha Parêzgariya Reqayê re di nava têkiliyeke domdar de ne û vê dozê dişopînin jî, dosya vegera koçberên Kurd, her wiha vegerandina milkên wan bêyî danîna çareseriyekê rawestiyaye.

(sb)

ANHA