Di navbera Îsraîl û Afrîkaya Başûr de şerê dîplomatîk

Rêveberiya Afrîkaya Başûr ji ber têkiliyên wê yên nayê qebûlkirin dîplomatê sereke yê Îsraîlê dersînor kir. Îsrail jî li ser vê bêdeng nema û dîplomatê Afrîkaya Başûr wek kesayetek nayê qebûlkirin ragihand.

Di navbera Îsraîl û Afrîkaya Başûr de şerê dîplomatîk
31 ÇILE, 2026   11:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Afrîkaya Başûr, Maslahatguzarê Îsrailê yê Pretoriayê (paytexta Afrîkaya Başûr) Ariel Seidman mirovê naye qebûlkirin (persona non grata) îlan kir û ji bo ku ji Afrîkaya Başûr derkeve 72 saat mohlet ji bo wî hat dayîn. Wezareta Afrîkaya Başûr diyar kir ku Maslahatguzarê Îsraîlê Seidman derbarê Serokwezîrê Afrîkaya Başûr Cyril Ramaphosa de li ser medya dijîtal êrişên bêrêz daye destpêkirin.

Rêveberiya Afrîkaya Başûr bang li rêveberiya Îsraîlê kir ku peywirdarên wan ê dîplomatîk di kar û barê xwe de li gor peyamanên navneteweyî yên dîplomatîk tevbigerin

Îsraîlê jî demildest bersiv da Afrîkaya Başûr

Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê bi lezgîn biryara dersînorkirina Sefîrê Sereke yê Afrîkaya Başûr Shaun Edward Byneveldt mirovê naye qebûlkirin (persona non grata) diyar kir û ji bo ji Îsraîlê derkeve 72 saet mohlet hat dayîn. Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê li ser medya dijîtal daxuyanî da û got: “Ji bo geşedanê, em hesabê avêtina gavên din jî dikin.”

Berdevkê Afrîkaya Başûr Chrispin Phiri li ser hesabê xwe yê X`ê helwesta Îsraîlê bi tundî rexne kir û got: “Afrîkaya Başûr, Flistînê nas dike û Îsraîl bi vê hewldana xwe rê li ber vê digire.”