Şandeya Weqfa VIM serdana Kongra Star kir 

Şandeya Weqfa VIM ku beriya 2 rojan bi pêşengiya seroka weqfê Lava Hîkmet hatibû Rojavayê Kurdistanê û alîkarî ji bo gelê Rojava anîbû, serdana Kongra Star kir.

Şandeya Weqfa VIM serdana Kongra Star kir 
31 ÇILE, 2026   11:57
QAMIŞLO

Weqfa VIM ku bi pêşengiya seroka weqfê Lava Hîkmet di 29’ê Çileyê de ji Başûrê Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûbû, îro serdana Kongra Star kir. Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo, fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rohilat Efrîn, şêwirmenda Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê Jiyan Hesen, hevseroka TEV-DEM’ê Remziye Mihemed pêşwaziya şandeyê kir. 

Civîn ji ragihandinê re girtî pêk hat. 

Şande piştî serdana Kongra Star dê serdana malbatên şehîdan bike. Piştî serdanan jî dê îro derbasî Başûrê Kurdistanê bibe.

(bi/jh)

ANHA