Çeteyekî DAIŞ’ê ji rojnameyeke fransî re: HTŞ’ê ez serbest berdam

Çeteyekî DAIŞ’ê ku ji zindana Şedadê reviyaye, ji rojnameya Le Monde a fransî re got HTŞ’ê 18’ê Çile avêtiye ser hucreyên girtîgehê û ew serbest berdaye.

Çeteyekî DAIŞ’ê ji rojnameyeke fransî re: HTŞ’ê ez serbest berdam
31 ÇILE, 2026   11:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Le Monde a fransî raporek li ser reva bi dehan çeteyên DAIŞ’ê ji girtîgeha Şedadê ya Hesekê weşand.

Rojnameyê di rapora xwe de mikurhatinên çeteyekî DAIŞ’ê yê ji girtîgehê reviyaye, weşandin.

Çeteyê bi navê Ehmed Hisên (25) ji rojnameyê re got: "18’ê Çileyê saet 4’ê êvarê Heyet Tehrîr El Şam fîşekên hewayî û gule li girtîgehê reşandin. Niyeta wan a kuştina me tune bû. Lê avêtin ser deriyên hucreyan û em serbest kirin. Çekên xwe ji bo vekirina deriyan bi kar dianîn û hin ferdên eşîran jî bi wan re hebûn."

Çete anî ziman ku di dema serdegirtina girtîgehê de ew birîndar dibe û got beriya bireve cilên girtiyan ji xwe dike û xwe bi betaniyekê dinixumîne.

Piştî êrişên komên hikumeta demkî ya Sûriyeyê yên li ser Şedadê û gundên wê, çeteyên DAIŞ ji girtîgehê reviyan.

Di raporê de hat bibîrxistin ku Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku dest bi veguhastina 7 hezar çeteyên DAIŞ’ê ji Sûriyeyê ber bi Iraqê ve kiriye. Fermandariyê diyar kir ku armanca wê ji vê yekê rêgirtina li ber reva zêdetir û parastina girtîgehên derveyî kontrola hêzên Kurd e.

(b)