Di Mîhrîcana Zarokan de şanoyekê doza perwerdeya bi zimanê kurdî anî ser dikê

Li ser dika Mîhrîcana Zarokan a 11`emîn de bi rêya şanoya “Kolan û Xwendin” girîngiya perwerdeya bi zimanê kurdî, rola ziman di jiyana zarokan û siberoja wan de hat vegotin.

Di Mîhrîcana Zarokan de şanoyekê doza perwerdeya bi zimanê kurdî anî ser dikê
Di Mîhrîcana Zarokan de şanoyekê doza perwerdeya bi zimanê kurdî anî ser dikê
Di Mîhrîcana Zarokan de şanoyekê doza perwerdeya bi zimanê kurdî anî ser dikê
Di Mîhrîcana Zarokan de şanoyekê doza perwerdeya bi zimanê kurdî anî ser dikê
Di Mîhrîcana Zarokan de şanoyekê doza perwerdeya bi zimanê kurdî anî ser dikê
2 îlon, 2026   13:28
QAMIŞLO
KÎNAN EL SEYÎD-ROHAT XELEF

Duh (1`ê Îlonê) li bajarokê Rimêlan ê bajarê Girkê Legê yê herêma Cizîrê, Mîhrîcana Zarokan a 11`emîn bi dirûşma “Zarok bîra siberoj û hunera jiyanê ne” bi beşdariya komên hunerî û yên şanoyê yên li herêma Cizîrê dest pê kir.

Di roja yekemîn de şanoyên pirreng hatin pêşandan. Yek ji wan jî ya bi navê “Kolan û Xwendin” bû ku Koma Şanoyê ya Dibistana Şehîd Niwêla pêşkêş kir. Ew kom girêdayî Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn e û di şanoyê de behsa perwerde, piştgiriya zarokan ji bo xwendina bi zimanê kurdî hat kirin.

Koma şanoyê ya Dibistana Şehîd Niwêla beriya 4 salan bi armanca perwerdekirina zarokan a li ser şanoyê û piştgiriya behreyên wan ên hunerî hatiye damezirandin. 15 zarokên ku temenê wan di navbera 7-16 saliyê de beşdarî şanoyê bûne.

Şanoger û perwerdekarê Dibistana Şehîd Niwêla Dilcan Oso da zanîn ku wan xwestiye bi rêya şanoya xwe girîngiya perwerdeya bi zimanê kurdî ji bo temaşevanan pêşkêş bikin.

Oso diyar kir ku ew ji bo ku bi rêya koma şanoyê di siberojê de zarokan fêrî lîstikvaniyê bikin, dixebitin. Her wiha dê vê yekê di qada çand û zimanê kurdî de pêk bînin. Bi rêya şanoyê jî peyamên çandî bigihînin zarokan.

Yek ji zarokên ku beşdarî şanoyê bûye Norsîn Elî (7) a ji Qamişloyê, beriya salekê ji ber hezkirina ji şanoya kurdî re tev li komê bûye. Norsîn di şanoyê de bi rola “Şekro” radibe.

Norsîn Elî destnîşan kir ku wê bi rêya şanoyê peyama xwe ya girêdayî piştgiriya zarokan ji bo xwendina bi zimanê kurdî daye.

(sb)

ANHA