‘Di hilbijartinên Ewropayê de serkeftina partiyên rastgirt destpêka guhertineke mezin e’

Lêkolînerê Têkiliyên Siyasî Ebdulmesîh El Şamî diyar kir ku serkeftina partiyên rastgirt di hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê de, destpêka guhertineke mezin e.

‘Di hilbijartinên Ewropayê de serkeftina partiyên rastgirt destpêka guhertineke mezin e’
12 hezîran, 2024   07:35
NAVENDA NÛÇEYAN
GÎVARA ŞÊX NÛR

Di hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê (PE) de, `Koalîsyona Mezin` a ji partiyên rastgirt, sosyalîst û navendî pêk tê, bi ser ket. Encamên hilbijartinan ku partiyên rastgirt dengên xwe pir zêde kirine, li Ewropa û cîhanê tên nîqaşkirin. 

Lêkolînerê Têkiliyên Siyasî Ebdulmesîh El-Şamî derbarê mijarê de ji ANHA’yê re axivî. El-Şamî diyar kir ku pêşketina rastgiran di hilbijaritnên PE`yê de, destpêka guhertineke mezin li Ewropayê ye û êdî Ewropa tê guhertin.

El-Şamî da zanîn ku partiyên rastgir bi vê serkeftina xwe tenê parlamentoyê naxin bixin bin serweriya xwe, di heman demê de wê bandorê li nêrîna kolana Ewropayê bike û wiha dom kir:  “Ev jî wê rastiyê şîrove dike ka çima kolana Ewropayê ber bi rastgiriyê ve çûye."

Li gorî El-Şamî, mijarên hundirîn ên wekî pêlên koçberiyê, ‘teror’, belavbûna komên radîkal ên Îslamî jî sedemên din ên encamên hilbijartinên Ewropaye ne û got: “Ev pirsgirêk êdî gefê li nasnameya ewropî dikin. Her wiha şerê li Ukraynayê û bandora wê ya aborî, siyasî, polîtîkayên partiyên heyî yên li ser vî şerî jî sedemek din e.”

Bi nêrîna El-Şamî, dê li Ewropayê rastgirî serwer bibe, nemaze serkeftina wan a di hilbijartinan de rê li pêşiya wan vedike ku bi lez cihê xwe di tevahî saziyan de bigirin û li dewletên Ewropayê bi ser kevin.

El Şamî wiha domand: "Ewropa di 4 salên bê de bikeve bin serweriya rastgiriyê. Bêguman dê bandora wê li siyasetên penabertî û aboriyê hebe. Îhtimal heye ku encamên hilbijartinên Ewropayê bandore li şerê Ukraynayê ji bike ku rastgir wê teşwîq nakin. Yanî dê piştgiriya Ewropayê ya ji bo Ukraynayê raweste. Têkiliyên dewletên Ewropayê yên bi NATO`yê re jî, ji bandorên vê serkeftinê nafilitin. Rastgir banga cudabûna ji NATO`yê, yan jî jihevkirina YE`yê dikin."

(şx/a)

ANHA