Her Pêncşemê fîlmek

Komîna Fîlm a Rojava bi armanca ku sînemeya şoreşgerî di nava civakê de belav bike, bernameya “Her Pêncşemê Fîlmek” da destpêkirin.

Her Pêncşemê fîlmek
12 hezîran 2024   06:17
QAMIŞLO
BAZ MORDEM

Komîna Fîlm a Rojava ku ji sala 2015’an ve li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê xebatên xwe dimeşîne, bernameya ku dê her roja pêncşemê fîlmek were pêşandan da destpêkirin. 

Di çarçoveya bernameyê de wê destpêkê fîlm û belgefîlmên ku komînê bi xwe çêkirine bên pêşandin. Piştre wê fîlmên din ên bi Kurdî û Erebî hatine çêkirin jî, li gel jêrnivisên wan bên nişandan.  

Bername 6’ê Hezîranê (2024) li bajarê Qamişlo, li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo bi pêşandana fîlmê “Dema Şitil Mezin Dibe” destpê kir. Li gorî bernameyê fîlm wekî destpêkê tenê wê li Qamişlo werin pêşandan, lê tê plankirin ku bername piştre li bajarên din ên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê jî bê pêkanîn.

Di destpêka her mehekê de wê dîrok û navên fîlmên bên nişandan, werin diyarkirin.

Di çarçoveya bernameyê de wê di meha Hezîranê de 3 fîlmên din bên pêşandan.

Bernameya fîlman wiha ye:

13 Hezîran

Navê fîlm: Dema Dirîreşkan

Cîh: Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo

Saet: 19.00

20 Hezîran

Navê fîlm: Ji bo Azadiyê

Cîh: Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo

Saet: 19.00

27 Hezîran

Navê fîlm: Berîtan

Cîh: Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo

Saet: 19.00

Endamê Komîna Fîlm a Rojava Hişyar Murad derbarê bernameyê de agahî dan ANHA’yê û da zanin ku ew dixwazin sinemaya şoreşgerî û civakê bînin ba hev. Hişyar Murad diyar kir ku ew tenê fîlmên Komîna Fîlm a Rojava nîşan nadin, ew ê fîlmên din ên di çarçoveya sînemaya şoreşgerî de tên nirxandin jî tevlî bernameyê bikin. 

Hişyar Murad da zanîn ku wan ji bo bidawîbûna bernameyê dîrokek diyar nekiriye, wê her mehê plansaziya pêşandana 4 fîlman derxînin û got ku ew ê di demên pêş de bernameyê li tevahiya Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê bidomînin.

(a)

ANHA