Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li hember şerê taybet komîte hatin avakirin

Meclis û komînên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û partiyên siyasî li hember şerê taybet komîte ava kirin.

Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li hember şerê taybet komîte hatin avakirin
Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li hember şerê taybet komîte hatin avakirin
Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li hember şerê taybet komîte hatin avakirin
Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li hember şerê taybet komîte hatin avakirin
Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li hember şerê taybet komîte hatin avakirin
Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li hember şerê taybet komîte hatin avakirin
Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li hember şerê taybet komîte hatin avakirin
Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li hember şerê taybet komîte hatin avakirin
8 kanûn, 2024   05:10
HELEB
MIHEMED EBDO

Ji bo pêşîlêgirtina şerê taybet ku di nava xelkê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de tên belavkirin Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi dehan komîte ava kirin. Komîte ji endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî, meclis û komîn pêk tên.

Dê komîte sardana xelkê bikin û bersivên pirsên wan bidin û rewşa dawî şîrove bikin.

Komîteyan di 3 xetan (Eşrefiyê, rojhilatê taxa Şêxmeqsûd û rojavayê taxa Şêxmeqsûd) de dest bi xebatan kir.

Endamê Meclisa taxa Eşrefiyê (Meclisa taxa Şehîd Cengîz) Cemal Şêx Mihemed diyar kir ku li gorî vê qonaxa hestiyar wan biryar da ku bi civakê re bicivin û li gorî şerê gel ê şoreşgerî wan rêxistin bikin.

Mihemed diyar kir ku bingeha şerê gel ê şoreşgerî yekkirina gel û rêveberina wî ye.

Di dawiya axaftina xwe de Mihemed soza domandina xebatê ji bo pêşxistina rewşa herdu taxan nû kir.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo raya giştî daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku şêniyên her du taxan xwe li ser bingeha xweparastinê xwe bi rêxistin kirine û ew ji bo diyalogê bi hemû aliyên Sûriyeyê re amade ne.

(mh/fr)

ANHA