Hevserokên Meclisa Jîngehê hatin hilbijartin

Ji bo hevserokatiya Meclisa Jîngehê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Reşa Ehmed El Xidir û Ciwan Murad, hatin hilbijartin. Lê li benda erêkirina Meclisa Gelan a Demokratîk in.

Hevserokên Meclisa Jîngehê hatin hilbijartin
23 tîrmeh, 2025   20:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Jîngehê ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebata desteyên jîngehê yên li kantonan di meha borî de nirxandin.

Desteyê bi armanca başkirina xebatên jîngehê li kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di nav de organîzekirina komxebatên hevbeş bi zanîngehan re, ji bo nîqaşkirina krîza kêmbûna avê li herêmê û rêbazên çareserkirina wê, çend pêşniyar pêşkêş kirin.

Her wiha hat pêşniyarkirin ku têkilî bi desteyan peywendîdar re were zêdekirin da ku qirêjiya jîngehê, germahiya bilind û guherîna avhewayê, ku rasterast bandorê li jîngeh, tenduristiya giştî û çandiniyê dikin, kêm bibe.

Meclisa Jîngehê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi beşdarbûna hevserokên Desteya Jîngehê ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hevserokên meclisên ekolojiyê yên li kantonan, nûnerên komîteyên jinan, enerjî, tenduristiyê û aboriyê, û Komîteya Ewlehiyê ya Parastina Jîngehê, civîneke rêxistinî li dar xist.

Di civînê de, rewşa rêxistinî ya Meclisa Jîngehê hate nîqaşkirin, her wiha beşdaran Reşa Ehmed El Xidir û Jiwan Murad ji bo hevserokatiya Meclisa Jîngehê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, , hilbijartin.

Piştre nav wê ji bo erêkirinê pêşkêşî Meclisa Gelan a Demokratîk werin kirin.

 (ac/şx)

ANHA