Di êrişên Rûsyayê yên li dijî Ukraynayê de kesek hate kuştin

Hate zanîn ku di êrişên hêzên Rûsyayê yên li ser Ukraynayê de kesek hat kuştin û hin din birîndar bûne. Artêşa Rûsyayê ragihand ku wê di saetên şevê de 8 dronên Ukraynayê xistine xwarê.

Di êrişên Rûsyayê yên li dijî Ukraynayê de kesek hate kuştin
3 hezîran, 2025   13:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Li deverên cuda yên Ukraynayê operasyonên leşkerî dewam dikin. Hate ragihandin ku di êrişên şevê din ên hêzên Rûsyayê yên li ser herêma Kharkiv a welat de kesek hatiye kuştin û hin kes birîndar bûne.

Serokê Rêveberiya Leşkerî ya Bajarokê Balaklia yê li Kharkiv ê nêzîkî sînorê Rûsyayê Vitaly Karabanov agahî li ser Telegramê parve kirin û got: "Li bajarokê biçûk şîrketeke taybet hate hedefkirin. Di encamê de karmendek hate kuştin û hin din birîndar bûn."

Çavkaniyên herêmî ragihand ku di encama êrişan ziyanên madî û canî çêbûn û şer di navbera hêzên Rûsyayê û yên Ukraynayê de berdewam dikin.

Her wiha Rûsyayê ragihand ku wan di şeva borî de 8 dronên Ukraynayê xistine xwarê.