Xelkê Şedadê 2 cangorî spartin axê

Şervanên QSD’ê şehîd Leys Hemadî El Xilfê û şehîd Mehmûd Hisên El Ferhan bi merasîmeke girseyî li Pakrewangeha Şehîdan a Şedadê hatin oxirkirin.

Xelkê Şedadê 2 cangorî spartin axê
Xelkê Şedadê 2 cangorî spartin axê
Xelkê Şedadê 2 cangorî spartin axê
Xelkê Şedadê 2 cangorî spartin axê
Xelkê Şedadê 2 cangorî spartin axê
Xelkê Şedadê 2 cangorî spartin axê
Xelkê Şedadê 2 cangorî spartin axê
3 hezîran, 2025   14:02
HESEKÊ

Şervanên QSD’ê Leys Hemadî El Xilêf ku 27’ê Gulanê û Mehmûd Hisên El Ferhan ku 31’ê Gulanê li ser erka xwe şehîd bûbûn, îro bi merasîmeke girseyî li Pakrewangeha Şehîdan a Şedadê hatin oxirkirin. 

Tevî nûnerên saziyên sivîl û leşkerî, bi sedan şêniyên bajarê Şedadê beşdarî merasîmê bûn.

Girseyê cenazeyên her du şehîdan ji Nexweşxaneya Şehîd Xebat wergirtin û bi karwanekî ber bi Pakrewangeha Şehîdên Şedadê ve bi rê ket.

Li pakrewangehê merasîmek hat lidarxistin. Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê û toraneke leşkerî ya şervanên QSD’ê dest pê kir. Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Bajarê Şedadê Mihemed El Xelîl axivî û got: "Şehîdan bi rihê xwe yê pak waneyên herî xweşi ên fedaîtiyê nîşan dane. Şehîd sembola lehengî û berxwedanê ne wê her tim di bîra welat de bimînin. Em ê xwedî li bîranînên wan derkevin û heya mîsogerkirina azadî û rûmetê şopdarên rêya wan bin."

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Şedadê Mihemed El Ehmed bi navê hêzên leşkerî axivî û sersaxî da malbatên her du şehîdan. El Ehmed di dewama axaftina xwe de got: "Em QSD’ê deynkarên şehîdan e. Şehîdan bi xwîna xwe rêya azadiyê ronî kirin û di rêya parastina welat û rûmeta gel de canê xwe feda kirin. Rêya şehîdan wê ji me re ronahî bimîne. Em dê heya avakirina civakeke azad û adilane xeta şehîdan berdewam bikin."

Piştî axaftinan wesîqeyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Cenazeyên şehîdan bi tilîliyên dayikan û dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re hatin definkirin.

(bb)

ANHA