Xwendekarên dibistanên navîn û amadeyî li benda ezmûnan e

70 hezar xwendekarên dibistanên navîn û amadeyî yên ku li gorî rêbazên pergala perwerdeyê ya Şamê dixwînin, li benda ezmûnên xwe ne.

Xwendekarên dibistanên navîn û amadeyî li benda ezmûnan e
3 hezîran, 2025   12:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî rûxandina rejîma Baasê, rewşa perwerdeyê hate guhertinan ku bandoreke neyînî li xwendekarên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku li gorî rêbaza dibistanên Şamê dixwînin.

Ji ber van guhertinan, rewşa xwendekarên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên li gorî wê pergalê dixwînin ne diyar e. Rêveberiya Xweser diyar kiribû ku dibistan dê ji hemû xwendekaran re vekirî bin, lê pirsgirêka ezmûnên dawiya salê bê çareserî maye û ev yek jî bûye sedema nerazîbûna xwendekar û malbatên wan.

Desteya Perwerdeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi UNICEF’ê re têkilî danîbû û di 13-14’ê Nîsanê de civîneke fermî bi Wezareta Perwerdeyê ya Şamê re li dar xistibû.

Di civînê de li ser xalên sereke lihevkirin çêbû; hêsankirina tomarkirina xwendekaran, dirêjkirina dema tomarkirinê, xwendekar ezmûnan li herêmên xwe pêk bînin, avakirina komîteyeke hevbeş a demkî ji bo birêvebirina proseya ezmûnan û berdewamkirina perwerdeya li gorî pergala Rêveberiya Xweser.

Tevî vê rêkeftinê jî, Wezareta Perwerdeyê ya desthilata Şamê tu gaveke pratîk ji bo pêkanîna wê neavêtiye.

Li ser vê derengmayînê, Desteya Perwerdeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku eger wezaret rêkeftina perwerdeyê paşguh bike, ew dikare ezmûnên dibistanên navîn û amadeyî bi awayekî serbixwe li gorî pergala Şamê pêk bîne.

Di civîna 1`ê Hezîranê ya li Şamê ya di navbera şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û desthilata Şamê de, mijara perwerdeyê bû rojeveke civînê. Yek ji xalên rêkeftinê jî çareserkirina pirsgirêkên perwerdeyê bû, lê der barê cih û dema lidarxistina ezmûnan de agahiyên zêdetir nehatin dayîn.

Li gorî çavkanî û daneyên Wezareta Perwerdeyê ya desthilata Şamê, hejmara xwendekarên dibistanên navîn û amadeyî yên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pergala perwerdeyê ya desthilata Şamê dixwînin, nêzîkî 70 hezar e.

(k)

ANHA