Di êrişên li ser Xezayê de 3 kes hatin kuştin

Di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 3 kes hatine kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Di êrişên li ser Xezayê de 3 kes hatin kuştin
26 ÇILE, 2026   12:35
NAVNDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ragihand ku di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 3 kes hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Li gorî xebatkarên tenduristiyê, ji kesên hatine kuştin, yek li rojhilatê taxa Tufah a bakurê Xezayê û kesekî 41 salî li Xan Yûnisê ya başûrê Xezayê hat kuştin.

Xebatkarên tenduristiyê, diyar kir ku droneke Îsraîlê li bajarê Xezayê li jora avahiyeke pirqat teqiya, di encamê de 4 sivîl birîndar bûn.

Girêdayê mijarê, nûnerên Amerîkî Steven Wittkopf û Jared Kushner duh bi serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re civiyan û rewşa ewlehiyê ya li Xezayê nîqaş bikin.

(b)