QSD: Komên Şamê agirbestê binpê dikin, divê garantor bikevin nav tevgerê

QSD’ê ragihand ku hikumeta Şamê agirbestê binpê dike û êrişên xwe li ser Kobanê didomîne. QSD’ê bang li garantorên agirbestê kir ku berpirsyariyên xwe bi cih bîne.

QSD: Komên Şamê agirbestê binpê dikin, divê garantor bikevin nav tevgerê
26 ÇILE, 2026   12:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniya Navenda Ragihandina QSD’ê de ya têkildarî mijarê de ev agahî hatin parvekirin:

"Ji saet 02.00’an ve, komên girêdayê Şamê bi dijwarî êrişan dibin ser eniyên bajarokê Xerab Îşkê û Çelebiyê yên başûrê rojhilatê bajarê Kobanê. Di heman demê de taxên niştecihan û derdora her du bajaran bi obîsan topbaran bi dijwarî topbaran dikin.

Ji ber van êrişan şerekî giran di navbera hêzên me û komên êrişkar de derket. Hêzên me heya vê kêliyê bersiva êrişan didin û bi taybetî li bajarokê Çelebiyê pevçûn dewam dikin. Di heman demê de komên êrişkar teqwiyeyeke leşkerî ku ji tank û panzêran pêk tê, anîne. Li gel wê jî balafirên bêmirov ên dewleta Tirk li ser herêmê digerin.

Ev êriş binpêkirineke aşkera ya agirbestê ku ev 2 roj e hatiye ragihandin. Ev yek dide diyarkirin ku Şamê sozên xwe bi cih nayne û di siyaseta rageşiya leşkerî û têkbirina ewlehiya herêmê de dewam e.

Hêzên me li hember êrişan mafê parastina rewa bi kar tîne. Şam berpirsa van binpêkirinên û bandorên wê yên mirovî û ewlehiyê ye. Li ser vê yekê em bang li aliyê garantorên peymana agirbestê dikin ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin, tavilê bikevin nava tevgerê van êrişên Şamê rawestînin û sînorekê ji rageşiya domdar re deynin.”

(b)