Ji dîmenan xuya dibe ku dewleta Tirk êrişên li ser Kobanê bi rê ve dibe

Ji dîmenên hatine bidestxistin, kesek bi zimanê tirkî fermana êrişên li ser Kobanê dide, xuya dibe. Ev yek piştrast dike ku êrişên li ser Kobanê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve têne birêvebirin.

26 ÇILE, 2026   12:56

Ji dîmenên ku hatine bidestxistin, beşdariya rasterast a dewleta Tirk a dagirker a di êrişên domdar ên li ser gundewarên Kobanê de diyar dibe.

Ji dîmenan ku di dema êrişan de hatine kişandin, kesên bi zimanê tirkî diaxivin xuya dibin û êrişkarek bi zimanê tirkî fermana êrişan dide.

Çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê agirbesta ku 15 rojan hatiye ragihandin binpê dikin û êrişên xwe li ser gundewarên Kobanê didomînin. Şervanên QSD, YPJ û YPG’ê di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiva êrişan didin.

(b)