Di êrişên li ser Rûsyayê de kesek hat kuştin û 15 kes birîndar bûn

Di êrişên artêşa Ukraynayê yên li dijî herêmên St. Petersburg û Lenîngradê yên Rûsyayê de kesek mir û 15 kes birîndar bûn.

Di êrişên li ser Rûsyayê de kesek hat kuştin û 15 kes birîndar bûn
18 cotmeh, 2026   18:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku di êrişên îro yên hêzên Ukraynayê yên li dijî tesîsên petrolê û navendên internet û lojîstîkê yên herêmên St. Petersburg û Lenîngradê yên Rûsyayê de kesek mir û 15 kes birîndar bûn.

Waliyê St. Petersburg Alexander Beglov got, agir li stasyona petrolê, depoyek petrolê û depoyên pîşesaziyê yên li bajêr derketiye.

Şîrketa Ozone a bazarganiya elektronîk jî ragihand agir li navenda wê  ya lojîstîkê ya li St. Petersburgê ketiye. Şîrketa VK‘yê ya xizmetên înternêtê jî destnîşan kir ku bi dronan êrişî navenda wê ya daneyan a li herêma Lenîngradê hate kirin û da zanîn ku xizmetên wê bi awayekî asayî didomin.

Ji aliyê xwe ve şîrketa Firepoint a çêkirina dronan piştrast kir ku artêşa Ukraynayê navenda daneyan a VK ya li nêzî St. Petersburgê kir hedef.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê daxuyand ku pergalên wê yên parastina hewayî di şevekê de hezar û 15 dronên Ukraynayê li ser axa Rûsyayê xistine xwarê.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Rûsya ya TASS‘ê, Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov jî anî ziman ku Rûsya bi êrişên sîstematîk û berfireh bersivê dide êrişên Ukraynayê.

(bb)