Eraqçî: Eger DYA‘yê şertên me qebûl bike em ê Tengava Hurmuzê vekin

Ebas Eraqçî anî ziman ku eger Washingtonê şertên Tehranê qebûl bike dê Îranê di nava 6 rojan de Tengava Hurmuzê vekin. Wezîrê Parastinê yê Îranê Mehrdad Exlaqî jî gef li DYA‘yê û hevalbendên wê xwar ku dê zerarên mezin bibînin.

Eraqçî: Eger DYA‘yê şertên me qebûl bike em ê Tengava Hurmuzê vekin
18 cotmeh, 2026   17:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî got, pêşniyara vekirina Tengava Hurmuzê di nava 6 rojan de ku Tehranê pêşkêşî Washingtonê kiriye, hîna li ser maseyê  ye.

Eraqçî got, eger Washingtonê şertên Tehranê qebûl bike dê di nava 6 rojan de tengavê vekin û di roja 7‘an de jî mûzakere ji nû ve bidin destpêkirin.

 Wezîrê Parastinê yê Îranê Mehrdad Exlaqî jî piştî ku baweriya parlamentoyê wergirtin got, eger li DYA û hevalbendên wê êrişên li dijî welatê wî ji nû ve bide destpêkirin, dê "zerarên mezin" bibînin.

(bb)