Di êrişên li ser Lubnanê de 39 kes hatin kuştin

Di êrişên duh ên Îsraîlê yên li ser başûrê Lubnanê û Bîqaê de 39 kes hatin kuştin û 11 kes jî birîndar bûn.

Di êrişên li ser Lubnanê de 39 kes hatin kuştin
11 mijdar, 2024   11:38
BEYRÛT

Artêşa Îsraîlê ku êrişên xwe li ser Lubnanê zêdetir kirine, duh bi dijwarî êriş birin ser bajarokên başûrê Lubnanê û Bîaqê. Hate zanîn ku balafirên şer ên Îsraîlê li bajarokê Elmat ê navçeya Cibêlê mala "Heyder" ku koçberên ji Belebek lê bi cih bûne, bombebaran kir. 

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê diyar kir ku di êrişa li ser bajarokê Elmatê de 24 kes hatine kuştin û 8 kes birîndar bûne. Li gorî agahiyan, di êrişa li ser Elmatê de berpirsê Hizbullahê Ehmed Emhez jî hatiye kuştin.

Hate destnîşankirin di êrişa li ser devera Cimcimiyê ya başûrê Lubnanê de 3 kes hatine kuştin û di êrşa li ser Edlûn a navçeya Seydayê de jî 3 kes hatine kuştin.

Artêşa Îsraîlê deverên Ebû Eswed, Yanûh, Belat, Tifaheta, Xirbe Silem, Kefer Decal, Bafiliye, Zotera Rojava, Debal, Qelîla, derdora bajarokên Selia, Cedîda, Sehmer, Serîn, Biawdî, Meşxera û Merceiyûn bombebaran kirin. Her wiha deverên Xeyam, Teyr Herfa, Dehîra, Elema Şeib û Cebel El Betim bi obîsan heya niha tên topbarankirin.

Di êrişa li ser devera Resim El Hedes de 4 kes hatin kuştin, di 2 êrişên hewayî yên li ser Zixrîn a Hermelê û Şeit a Belebekê de jî 8 kes û di bombebarana li ser Bedanîl de 3 kes hatin kuştin.

Hizbullahê jî deverên Efîfim, Şomîra, Zireyît, Şetola, Wayfen û Menahim bi moşekan topbaran kirin û li derdora Merkebayê jî li yekîneyên artêşa Îsraîlê xist.

(bb)