Ji MAK'ê li Amedê çalakiya sabotajê

Milîsên MAK'ê ragihandin ku li Amedê çalakiyeke sabotajê kirine û agir berdane qemyonekê.  Li Êlihê ji ciwanan bersiv da êrişê û di berxwedana gel de tekera TOMA’yê hate teqandin. 

Ji MAK'ê li Amedê çalakiya sabotajê
11 mijdar, 2024   11:31
NAVENDA NÛÇEYAN 

Milîsên Azadiyê yên Kurdistanê (MAK) ragihand ku li Amedê çalakiya sabotajê kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, çalakî şeva 9'ê Mijdarê li taxa Bagcilar a navçeya Baglar a Amedê hatiye kirin kirin.

Li gorî daxuyaniyê, milîsên MAK'ê agir berdan qemyoneke marketên ŞOK'ê û şewitandin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li hemberî gelê Kurd êrîşên giran têne kirin û hemû saziyên dewleta faşîst ku aboriya şer li ser piyan dihêlin wê bibin hedefa wan.

MAK'ê got, bi vê çalakiyê re ew salvegera 46'an a damezrandina PKK'ê pîroz dikin û diyar kir ku pêngava silavkirina sala 46'an a PKK'ê û mezinkirina şerê azadiyê dan destpêkirin.

Li Êlihê piştî meşa li dijî qeyûm polîsan êrişî girseyê kir. Welatiyan li cade, kolan û taxan bersiv da êriê. Ciwanên ku li gelek taxan berîqet danîn, li dijî polîsan bersivên tund didin û li Taxa Baglarê di berxwedana ciwanan de tekera TOMA’yê hate teqandin.