20 hezar û 369 kes ji Lubnanê hatine Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

Hejmara kesên ji ber êrişên Îsraîlê ji Lubnanê hatine Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bû 20 hezar û 369.

20 hezar û 369 kes ji Lubnanê hatine Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
11 mijdar 2024   11:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Maseya Krîzê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ragihand ku hejmara giştî ya kesên ji ber şerê li Lubnanê hatine herêmê, bû 20 hezar û 369.

Li gorî maseyê, ji kesên hatine Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 94 lubnanî û 28 cenaze hene.

Kesên ji Lubnanê hatine Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yan li malên xwe yan li gel xizmên xwe bi cih dibin. Kesên ku malên wan an xizmên wan li wir tune bin, Rêveberiya Xweser wan bi cih dike.

(bb)

ANHA