Di êrişên Îsraîlê de 95 welatî birîndar bûn

Komeleya Heyva Sor a Îranê ragihand ku di êrişek ya Îsraîlê li ser Îranê de 95 welatî birîndar bûn û got: “Karmendek wan jî jiyana xwe ji dest daye yek  jî birîndar bûye.”

Di êrişên Îsraîlê de 95 welatî birîndar bûn
13 hezîran, 2025   14:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Komeleya Heyva Sor a Îranê Mucteba Xalidî derbarê bîlançoya êrişên Îsraîlê yên li ser Îranê de agahiyan bi ajansa Tesnîm re parve kir.

Mucteba Xalidî da zanîn ku di êrişên danê sibehê de 95 welatî birîndar bûn û rakirine nexweşxaneyê.

Li gorî heman agahiyên Mucteba Xalidî ragihandî, karmendek yê Heyva Sor a Îranê di êrişan de jiyana xwe ji dest daye û karmendek jî bi giranî birîndar bûye.

Mucteba Xalidî destnîşan kir ku xebatên beşa lezgîn ya komeleyê li 12 parêzgehên welat berdewamin.

Hêjayî gotinêye ku di saetên zû yên sibehê de Îsraîlê bi dehan mûçek û balafiran êrişî gelek deverên Îranê kir. Encamê de fermandar û rayedarên payebilind hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn. Di saetên nîvro de Îsraîlê carek din êriş kir. Li gorî çavkaniyan, vê carê Îsraîlê êrişî balafirxaneya bajarê Tewrêz kiriye, derbarê ziyanan de agahî nehatin standin. Tê gotin Îsraîlê li Şîrazê jî êrişek pêkaniye.