Îranê banga civîna lezgîn li NY’ê kir

Nûnertiya Daîmî ya NY’ê li dijî êrişên Îsraîlê, banga civîna lezgîn li Konseya Ewlekariyê ya NY’ê kir.

Îranê banga civîna lezgîn li NY’ê kir
13 hezîran, 2025   13:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnertiya Daîmî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Îranê êrişên Îsraîlê yên li dijî tesîsên nukleerê û binesaziya sivîl şermezar kirû ji bo civîna lezgîn name ji Konseya Ewlekariyê ya NY’ê re şand. 

Di nameyê de hate gotin ku êrişa dawî ya Îsraîlê, bi aşkerayî binpêkirina Peymana NY’ê û hiqûqa navneteweyî ye. Her wiha ji bo aştiya herêmî û kûrewî jî weke gefeke cidî hate nirxandin. 

Bi domdarî hedefgirtina leşkerên payebilind û zanyarên nukleerê weke “terorîzma bi piştgiriya dewletê” hat nirxandin. 

Hat gotin ku Îran, mafê xwe yê parastina rewa ya li gorî Xala 51’emîn a Peymana NY’ê veşarî dihêle û dê teqez bersiveke bipîvan bide. 

Di nameyê de hat xwestin ku Konseya Ewlekariyê û Sekreterê Giştî yê NY’ê gavên bibandor biavêjin, Îsraîl ji êrişan berpirsyar bigirin û civîneke lezgîn lidar bixe.