Di êrişên Îsraîlê de 40 kes hatin kuştin

Desthilata Lubnanê ragihand ku di êrişên hewayî yên Îsraîlê yên li ser rojhilat û başûrê welat de 40 kes hatine kuştin. Hizbullahê jî ragihand ku wê li baregeheke leşkerî ya Îsraîlê xistiye.

 Di êrişên Îsraîlê de 40 kes hatin kuştin
15 mijdar, 2024   10:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Desthilata Lubnanê ragihand ku di êrişên hewayî yên Îsraîlê yên duh ên li ser rojhilat û başûrê welat de, zêdetirî 40 kes hatine kuştin.

Hate zanîn ku piştî êrişa Îsraîlê ya li ser Navenda Parastina Sivîlan a li bajarê Belebek ê rojhilatê welat de 12 cenaze ji binê kavilan hatine derxistin.

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê da zanîn ku di êrişa Îsraîlê ya li ser taxa Şeeb a Belebek de 5 jê jin, 8 kes hatine kuştin û 27 jî birîndar bûne. Wezaretê diyar kir ku di êrişên li ser herêmên rojhilatê welat de jî 4 kes hatine kuştin.

Li gorî wezaretê, di êrişa li ser bajarokê Ereb Salim a başûrê de 4 jê xebatkarên tenduristiyê, 6 kes hatine kuştin û di êrişên li ser deverên din ên başûrê welat de bi kêmanî 11 kes birîndar bûne.

Hizbullaha Lubnanê jî bi daxuyaniyekê ku vê sibehê daye, ragihand ku wê cara ewilî êrişî baregeha Til Hayîm a îstîxbarata leşkerî ya Îsraîlê ya li bajarê Til Evîvê kir û da zanîn ku êriş bi rêya moşekan pêk hatiye.

Hizbullahê diyar kir ku wê kombûneke hêzên Îsraîlê ya li bajarokê Teyr Herfa topbaran kir û moşek ber bi devera Keryat Şemûna ve avêtine.

(bb)