Rûsya: Me 51 dronên Ukraynayê xistin

Artêşa Rûsyayê ragihand ku 51 dronên Ukraynayê xistine û êrişeke mezin li ser bajarê Odesa yê li başûrê Ukraynayê pêk aniye.

Rûsya: Me 51 dronên Ukraynayê xistin
15 mijdar, 2024   10:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku artêşê şeva borî 51 dronên Ukraynayê xistine xwarê.

Di daxuyaniya wezaretê de hate gotin: “Pergalên parastina hewayî 51 dronên Ukraynayê; 36 li ser herêma Krasnodar, 3 li ser Komara Qirimê, 2 li ser herêma Belgorod û 10 jî li ser Deryaya Azov xistin.”

Saziya Xizmetên Rewşa Awarte ya Ukraynayê jî vê sibehê ragihand ku di êrişa Rûsyaya ya "herî mezin" a şeva borî ya li Odesayê ya başûrê welat de 10 kuştî û birîndar çêbûne.

(bb)