Di êrişên Îsraîlê de 11 kes hatin kuştin

Di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 11 kes hatin kuştin.

Di êrişên Îsraîlê de 11 kes hatin kuştin
31 ÇILE, 2026   11:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê berbanga îro êrişên hewayî li dijî deverên cuda yên Xezayê pêk anîn. 

Ajansa Nûçeyan a Filistînê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên tenduristiyê, di êrişa li dijî avahiyeke li rojavayê bajarê Xezayê de 2 zarok, jinek û mêrek hatin kuştin û hin birîndar bûn. Hate diyarkirin ku li rojhilatê bajarê Xezayê jî avahiyeke niştecihan hat bombebarankirin û di encamê de birîndar çêbûn.

Çavkaniyan da zanîn ku di êrişa li kampa herêma Îsdaa ya li bakurê rojavayê bajarê Xan Yûnisê de 7 kes hatine kuştin û birîndar jî hene.

(b)