Gelê Rojava têkoşîna xwe didomîne û herêmên xwe diparêze

Ji duh ve li eniyên pêşîn ên herêmên Rojava rewş aram e, şêniyên Cizîrê û Kobanê jî di çarçoveya seferberiya giştî de xwe diparêzin.

Gelê Rojava têkoşîna xwe didomîne û herêmên xwe diparêze
31 ÇILE, 2026   11:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji duh ve li eniyên pêşîn ên herêmên Rojava rewş aram e lê dorpêça li ser Kobanê berdewam dike. Şêniyên Cizîrê û Kobanê di çarçoveya seferberiya giştî de xwe diparêzin.

Şêniyên ku gund û taxên xwe diparêzin, diyar kir ku ew ê di çarçoveya parastina rewa de erkên xwe pêk bînin.

Li aliyekî din dorpêça li ser Kobanê di roja 13`emîn de berdewam dike. Li bajêr xwarin, derman û şîrê zarokan kêm bûne, her wiha dewleta Tirk rê nade alîkariyên ku  gelê Bakurê Kurdistanê berhev kirine, di deriyê Murşîdpinarê re derbasî Kobanê bibin.

(k)