Serokkomarê Katalonyayê yê berê: Divê mafê Kurdan ê siyasî bê naskirin

Serokkomarê Katalonyayê yê berê Pere Aragonés Garcia, diyar kir ku divê li Sûriyê çareseriyek siyasî bê dîtin û şer bi rêyek demokratîk ve bi dawî bibe, ji mafê Kurdan re rêz were girtin.

Serokkomarê Katalonyayê yê berê: Divê mafê Kurdan ê siyasî bê naskirin
31 ÇILE, 2026   10:55
NAVENDA NÛÇEYAN 

Rexmê peymana di navbera QSD û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de jî  dorpêça li ser Kobanê hêj nehatiye rakirin. Bertekên gelê Kurd û dostên wan ên li dijî êrişan didomin.

Serokkomarê Katalonyayê yê berê Pere Aragonés Garcia ku yek ji kesên piştgiriyê dide destkeftiyên Rojava, diyar kir ku rewşa li Rojava ji bo gelê Kurd û hemû gelan di warê mafên mirovan de fikaran çêdike. Aragonés ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî .

Pere Aragonés Garcia diyar kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di asta herî bilind de rêz nîşanî mafê mirovan daye. Aragonés, anî ziman ku piştî hilweşîna rejîma Esad xetereya dîktatoriyekî nû heye û ji ber vê yekê divê civaka navneteweyî piştgiriyê bide gelê Kurd û ev tişt got:

“Ev têkoşîn tenê bi kontrola parçeyekî axê ve sînordar nîn e. Ev têkoşîna azadiyê û ya avakirina civakekî li gorî wekheviya jin û mêr a li Rojhilata Navîn e. Ji ber vê yekê tiştên li Rojava diqewimin dê ne tenê gelê Kurd an herêm lê hemû cîhanê bandor bikin. Ji ber vê yekê divê çareseriyek siyasî bê dîtin û şer bi rêyek demokratîk ve bi dawî bibe. Rêzgirtina li mafên gelê Kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn girîng e.”