Di êrişa li ser Şengalê de ciwanekî êzidî şehîd bû

Li gorî agahiyên Rêveberiya Xweser a Şengalê ciwanê bi navê Kerîm Hecî Şero yê ji eşîra Zendînî di êrişa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bûye. Cenazeyê şehîd ji nexweşxaneya Sinûnê hate girtin û ji bo lêkolînê şandin Tiba Edlî ya Mûsilê.

Di êrişa li ser Şengalê de ciwanekî êzidî şehîd bû
10 mijdar, 2024   20:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnewsˋê, îro saetên piştî nîvro, balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li seyareyeke ji bajarê Şengalê diçû Serdeşta çiyayê Şengalê bombebaran kir.

Di encama êrişa hewayî de welatiyek êzidî şehîd bû.

Li gorî agahiyên ku ajansa Rojnewsˋê ji Rêveberiya Xweser ya Şengalê wergirtine welatiyê şehîd bûye, xwediyê seyareyê ye û navê şehîd, Kerîm Hecî Şero (2007) yê xelkê Tilizêra Şengalê ye.

Kerîm Hecî Şero yê xelkê Tilizêrê ye, mala wî li Sinûnê ya Şengalê ye.

Cenaze îro êvarê ji nexweşxaneya Sinûnê hate girtin û ji bo lêkolînê şandin Tiba Edlî ya Mûsilê.