Panela ˋEfrîn di navbera Çiyayê Kurmênc û Çiqilê Zeytûnê deˋ

Di roja 3`emîn a Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Rojava ya 10ˋan de bi sernavê `Efrîn di navbera Çiyayê Kurmênc û Çiqilê Zeytûnê` de panelek hat lidarxistin. Beşdaran diyar kir ku binpêkirina mafên mirovan û guhertina demografîk li Efrînê dewam dike.

Panela ˋEfrîn di navbera Çiyayê Kurmênc û Çiqilê Zeytûnê deˋ
Panela ˋEfrîn di navbera Çiyayê Kurmênc û Çiqilê Zeytûnê deˋ
Panela ˋEfrîn di navbera Çiyayê Kurmênc û Çiqilê Zeytûnê deˋ
Panela ˋEfrîn di navbera Çiyayê Kurmênc û Çiqilê Zeytûnê deˋ
Panela ˋEfrîn di navbera Çiyayê Kurmênc û Çiqilê Zeytûnê deˋ
Panela ˋEfrîn di navbera Çiyayê Kurmênc û Çiqilê Zeytûnê deˋ
10 mijdar, 2024   20:41
QAMIŞLO

Bi dirûşma “Em peyama xwe ya rewşenbîrî bi hezkirin berdewam bikin, bi sirûda axê û bi tembînameyên cangoriyan bixemilînin” Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Rojava ya 10`emîn ku ji aliyê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) tê organîzekirin, li navend HRRK`ê ya li bajarê Qamişlo di roja xwe ya 3`emîn de berdewam dike.

Di çarçoveya bernameya mîhrîcanê de bi sernavê `Efrîn di navbera Çiyayê Kurmênc û Çiqilê Zeytûnê deˋ panelek hat lidarxistin. Nivîskar, rewşenbîr, helbestvan û wêjevan tev li panelê bûn.

Panel ji aliyê endamê HRRK`ê Welîd Bekir ve hat birêvebirin. Çalakvanê Belgekirina Kiryarên li dijî Mirovahiyê Dilşêr Îbrahîm, nivîskar û koçbera ji Efrînê Fîdan Mihemed û endamê Rêxistina Badir Fadil Mihemed beşdarî birêvebirina panelê bûn. Beşdaran mijarên qurbaniyên şer, belgekirina kiryaran û guhertina demografîk li Efrînê nîqaş kirin.

`ZÊDETIRÎ 9 HEZAR Û 500 KES HATINE REVANDIN`

Der barê cureyên binpêkirina mafên mirovan de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê ve li Efrînê Dilşêr Îbrahîm da zanîn ku ji destpêka 2018`an ve gelek cureyên binpêkirinê bi taybet li dijî pêkhateya Kurd pêk hatine, mal û milkên wan wêran kirine, xanî û zeviyên wan weke diyarî dane komên çeteyan. Dizî, îşkence, revandin û birîna daran jî beşeke ji binpêkirinê ku niha li Efrînê berdewam dikin. Îbrahîm got: “Ji 2018`an ve heta niha zêdetirî 9 hezar û 500 welatiyên Kurd ji Efrînê, çalakvanên mafên mirovan, rojnamevan û endamên saziyên civaka sivîl hatine revandin. Ji wan 9 hezaran, hezar û 500 jin in û zêdetirî 600`î zarok in. Ji hezar û 500 heta 2 hezarî ti agahî li ser wan tune ye.”

Dilşêr Îbrahîm hin agahiyên ku hatine belgekirin bi beşdaran re parve kir û got: “Ji wan welatiyan Ridwan Henan îşkencekirî û qetilkirî li nava zeviyê xwe hatiye dîtin. Rêzan Xelîl 2022`an ve hatiye girtin, piştî çend rojan kuştî hatibû dîtin.”

`BI AWAYEKÎ GIŞTÎ HEMÛ KOMÊN ÇETE LI EFRÎNÊ SÛCDAR IN`

Têkildarî belgekirina kiryarên çeteyan û cudahiya di navbera komên wan de Dilşêr Îbrahîm da zanîn ku nirxandina ku cudahî di navbera wan de heye şaş e, hemû weke hev sûcdar in û wiha got: “Mînak hemû sûcan dikin, sûcên hin ji wan weke Koma Sultan Murad veşartî tên kirin. Ew kom beşeke girêdayî MÎT`a Tirk e.”

Dilşêr Îbrahîm destnîşan kir ku raporên mehane têkildarî sûcên li ser asta navneteweyî derdikevin cih nadin mijara dagirkirina Efrînê, komkujî û binpêkirinên li Efrînê berdewam dikin. Pêwîst e her aliyek anku her çalakvanek xwe li ber rewşa Efrînê berpirsyar bibîne.

Der barê guhertina demografîk li Efrînê de Fadil Mihemed da zanîn ku ew bi rêya xwe ve kampanya `Ev der Çiyayê Kurmênc e, Ev der Efrîn e` dane destpêkirin. Armanca wan ew e balê bikşînin ser xalên ku pê guhertina demografîk li Efrînê pêk tên.

Fadil Mihemed diyar kir ku ji bo isbatkirina guhertina demografîk ew hewl didin têkiliyên xwe bi aliyên peywendîdar re xurt bikin. Ji bo kampanya ku dane destpêkirin jî bi rêya medya dijîtal xebatê wan dewam dike.

Fadil Mihemed da zanîn ku niha hewl didin navê Efrîn bikin `Çiqila Zeytûnê`, ji bo rêgirtina li ber van kiryaran nasnameya herêmî girîng e ku bê parastin û got: “Niha tenê ji sedî 50 Kurd li Efrînê ne, xelkê ku derbasî Efrîn dikin wan dikin xwedî nasnameya Efrîn.”

Fîdan Mihemed ku pirtûkeke wê vê salê (2024) der barê vegotina êşa koçberî û êrişên ku li dijî herêmê wê demê hate kirin, her wiha belgekirina wan bûyeran de heye, destnîşan kir ku armanc ji nivîsandina pirtûkê derxistina dengê Efrîniyan û gotina çîrokên wan bû. Dewleta Tirk a dagirker bi awayekî hovane gelek komkujî li Efrînê pêk anîn.

Fîdan Mihemed diyar kir ku êriş li dijî sivîlan û binesaziya herêmê bûne, êrişên dagirkeriyê bûn.

Roja 3`emîn ji mîhrîcanê bi xwendina helbestan bi zimanê Kurdî û Erebî, pêşandana fîlmekê der barê jiyana Siyasetmedar û Nivîskar Kurd Osman Sebrî bi dawî bû.

Mîhrîcan heta 18`ê Mijdarê dewam dike.

(sb)

ANHA