YJÊR: Ji bo sînordarkirina tundiyê pêwîstî bi yekitiyê heye

YJÊR'ê bi boneya 25ˋê Mijdarê Roja Têkoşîna Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de ji bo bidawîkirina tundiyê banga yekitiyê hat kirin.

YJÊR: Ji bo sînordarkirina tundiyê pêwîstî bi yekitiyê heye
10 mijdar, 2024   20:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya 25ˋê Mijdarê Roja Têkoşîna Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî, gelek çalakî û hemleyên bi armanca bidawîkirina tundiyê li ser jinan û parastina mafên wan, tên lidarxistin.

Girêdayî wê, Platforma Rêxistin û Tevgerên Jinan ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bernameya çalakiyên xwe yên di çarçoveya heman mijarê de aşkere kir.

Têkildarî wê, Yekitiya Jinên Êzîdî ya Rojava (YJÊR) bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku ji bo bidawîkirina tundiya li ser jinan pêwistî bi yekitiyê heye.

YJÊR'ê piştgiriya xwe ji hemû çalakî û hemleyên di çarçoveya têkoşîna dijî tundiya li ser jinan de, nîşan da.

(mh/fr)