Di êrişa li ser benda kontrolê de êrişkar hat kuştin û 3 kes birîndar bûn

Di êrişa li dijî benda kontrolê ya li herêma Keşkûl a bajarê Ceremana de, êrişkar hat kuştin û 3 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn.

Di êrişa li ser benda kontrolê de êrişkar hat kuştin û 3 kes birîndar bûn
3 tîrmeh, 2026   14:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane nûçegihanê me, 2 kes ku li ser motorsîklêtê bûn, bombe avêtin benda kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a herêma Keşkûl a bajarê Ceremana yê gundewarê Şamê.

Li gorî agahiyên destpêkê, bombe bi êrişkarekî ve teqiya û di cih de mir û 3 endamên hêzên ewlekariyê di êrişê de birîndar bûn.

(bb)