Di dîroka Sûriyeyê de destûra 1950‘yan

Bi nîqaşên li ser destûra siberoja Sûriyeyê re, destûra sala 1950‘yan wekî yek ji destûrên nimuneyî di dîroka welat de derdikeve pêş. Destûra behsa mijarê, rêgezên girêdayî azadiya giştî, pirrengiya siyasî û cudakirina desthilatan ji hev, di nav xwe de dihewîne.

Di dîroka Sûriyeyê de destûra 1950‘yan
6 hezîran, 2026   03:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Di pêvajoya piştî serxwebûna Sûriyeyê de, di sala 1950‘yan de destûrek hat pejirandin. Ev destûr ku encama xebata komeleyeke ya hilbijartinê bû, pergala parlamentoyê ava kir. Li gorî vê pergalê desthilat ji hev hatin cudakirin û rayeyên parlamentoyê hatin berfirehkirin. Li beramberî wê rayeyên desthilata rêveber hatin sînordarkirin û ji bo avakirina dewleta nû ya qanûnê hewldan hatin kirin.

SERDESTIYA GEL Û WEKHEVÎ

Di xala 2‘yemîn a destûra sala 1950‘yan de behsa "serdestiya gel" tê kirin. Ev yek wek misogerkirina rasterast a prensîba hikumeta temsîlî dihat hesibandin.

Di xala 14‘an de tê gotin, sûriyeyî li pêşiya qanûnê di maf û erkan de wekî hev in.

AZADIYÊN GIŞTÎ Û CUDAKIRINA DEWLET Û CIVAKÊ

Di xala 15‘an de jî tê destnîşankirin ku azadiya her kesî mafekî bingehîn e û tu kes nikare bê qanûn were girtin an zindanîkirin.

Li gorî xala 16‘an jî, mal û jiyana taybet a kesan tên parastin û bêyî qanûnê nabe were teftîşkirin. Di xala 18‘an de jî tê gotin, mafê axaftin, nivîsandin, rojnamegerî û çapemeniyê di nav sînorên qanûnê de tên mîsogerkirin.

Têkildarî xebata siyasî jî destûra mafê civîn, avakirina komele û partiyên siyasî dide welatiyan. Lewre di wê pêvajoyê de rêxistinên siyasî hatin avakirin.

AZADIYA BAWERIYAN Û MÎSOGERIYA PIRRENGIYA OLÎ

Xala 17‘an a destûrê jî cih daye mîsogeriya azadiya baweriyan û pêkanîna rê û resmên olî. Ev yek jî wekî gaveke girîng ber bi cudakirina ol û dewletê ve hate destnîşankirin.

PIRRENGIYA SIYASÎ Û PARLAMETOYÊ

Destûrê pergaleke parlamenî ya bi rayeyên berfireh pejirand û roleke sereke di dayîna biryaran û çavdêriyê li hikumetê da parlamenteran. Ev yek rê li ber avakirina pêvajoyeke bi pirrengiya siyasî ava kir ku gelek tevgerên neteweyî, lîberal, çepgir û îslamî ava kirin û di hilbijartinan de pêşbazî kir.

Sûriyeyî destûra 1950‘yan wek modela destpêkê ya dewleteke li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev, azadiyên giştî, pirrengiya siyasî û azadiya baweriyê dibînin. Ev jî prensîbên ku îro di çarçoveya lêgerîna destûreke nû ji bo Sûriyeyê de dîsa derdikeve holê.

ÇIMA EV DESTÛR JI YÊN LI PEY WÊ CUDATIR E?

Dema ku em destûra 1950‘yan bi destûrên Sûriyeyê yên paşê re didin ber hev, tê dîtin ku di wan destûran de gelek pirsgirêkên bingehîn ku bandor li îstiqrara siyasî û hevsengiyên destûrî yên welat kir.

Destûrên serdema mêtingeriya Fransayê (1928–1930) di bin bandora Fransayê de bûn, ji ber vê yekê xweseriya nîştimanî tune bû û nikarîbûn bi tevahî daxwaz û lihevhatina gelê Sûriyeyê nîşan bidin. Her wiha, ev destûr zêdetir li ser hemwelatiya kesane rawestiyan û bi awayekî zelal li ser pirrengiya neteweyî û civakî ya welêt ranewestiyan.

Di navbera 1953-1964‘an de, Sûriye bi derbeyên leşkerî yên li pey hev re rû bi rû bû, ji ber vê yekê destûr demkî bûn û nekarîn aramî û domdariya sazûmaniyê peyda bikin.

Destûra 1973‘yan ku ji aliyê Partiya Baasê ve hatibû nivîsandin bi pirsgirêkek navendî re rû bi rû ma. Di destûrê de desthilat xist destê saziyên serokatiyê û partiya Baasê. Ev yek bû sedema sînordarkirina pirrengiya siyasî û qelskirina jiyana partî û parlamentoyê.

Di guhertina destûra 2012‘an de, her çi qas xala li ser rêvebirina partiyê hat rakirin jî, lê dîsa jî pirsgirêkên bingehîn berdewam kirin û guhertinên rastîn di parvekirina desthilatan û berfirehkirina beşdariya siyasî de pir kêm bûn.

Di "Danezana Destûrî" de ku ji aliyê hikumeta demkî ya heyî ve hatiye ragihandin, çi qas wek qonaxeke veguhertinê were nîşandan jî lê dîsa jî bi parastina navendîbûna desthilatê û kêmbûna nûneratiya rastîn a pirrengiya Sûriyeyê tê rexnekirin. Li gorî danezanê rayeyên berfireh dan desthilata rêveber û planeke zelal û berfireh ji bo birêvebirina pirrengiya civakî ya Sûriyeyê nehate danîn.

PIRSGIRÊKÊN DI DESTÛRA 1950‘YAN DE

Tevî aliyên erênî yên destûra sala 1950‘yan, lê dîsa jî ji hin pirsgirêkan dûr nema.

Ji pirsgirêkên ku li gorî destûra nûjen de bûne cihê gengeşiyê, şert e ku serokkomar misilman be. Ev yek jî rêgeza wekheviyê di wergirtina postên giştî de sînordar dike. Di heman demê de mafên bibandor wekî tayînkirina hikumetê didê, her wiha hin pirsgirêk girêdayî hevsengiyên têkiliyên di navbera desthilatan de. Her çendî ku ev destûr prensîba wekheviyê li ber qanûnê mîsoger dike, lê bendên aşkera yên qedexekirina cudakariya li ser bingeha zayend, neteweyî û zimanî nagire nava xwe. Her wiha ew naskirina destûrî ya zelal a pirrengiya neteweyî û çandî ya ku taybetmendiya civaka Sûriyeyê ye ku li gelek welatan bûne stûnên bingehîn, destnîşan nake.

Destûra 1950‘yan, di bingeh de ji ya serokatiyê nêzîktirî sîstema parlemanî ye; ji ber ku roleke girîng di avakirin û hesabdayîna hikumetê de parast. Serokkomar ji aliyê parlamentoyê ve dihat hilbijartin. Desthilata rêveberiyê bi hikumeteke berpirsiyar a li hember parlamantoyê ve girêdayî bû. Bi vî awayî navenda giraniya siyasî ber bi şaxa qanûndanînê ve hate veguheztin. Her wiha bendên ku armanca wan xurtkirina rola dadweriyê di parastina rewatiya destûrî û parastina prensîba veqetandina hêzan de bûn, dihewîne. Vê yekê jî astek hevsengiyê peyda dike û wê dike modelek destûrî ku karakterek parla manî ya zelal bi hin taybetmendiyên serokatiyê re dike yek.

Her çi qas hikumeta demkî ji du salan ve behsa avakirina destûrek nû dike, lê nebûna planeke demî ya zelal dike ku ev pêvajoya destûrî hîn jî di qonaxa amadekariyê de bimîne.

(bb)

ANHA