Koçberên ji Serêkaniyê daxwaza peydakirina mercên ewle yên vegerê kir

Koçberên ji Serêkaniyê daxwaza başkirina xizmetên bingehîn, dayîna tazmînatan, rakirina mayinan û peydakirina mercên vegera ewle kir.

Koçberên ji Serêkaniyê daxwaza peydakirina mercên ewle yên vegerê kir
6 hezîran, 2026   07:25
HESEKÊ
BILIND HECÎ

Koçberên ji Serêkaniyê yên li kampa Waşûkanî ya bajarê Hesekê dimînin, nerazîbûn nîşanî rewşa debarê û xizmetguzariyê ya li kampê da. Koçberan da zanîn ku bi hatina havînê re rewşa wan girantir dibe, ceyran, av û alîkariyên mirovî kêm in.

Ehmed Mihemed El Ziyab ê gundê Menaxê diyar kir ku jiyan li kampê pir zehmet bûye û got: "Alîkariyên mirovî û xizmetên tenduristiyê kêm bûne. Lênerîna tenduristiyê ya têrker ji bo zarokan nîn e. Em neçar dimînin ku li ser hesabê xwe yê taybet lêçûnên tedawiyê bidin."

El Ziyab destnîşan kir ku mal û milkên wî zirar dîtine. Her wiha îşaret pê kir ku ji ber wêraniya mezin a li herêmê bûye, gelek malbat nikarin vegerin cihê xwe.

Ehmed Mihemed El Ziyab da zanîn ku di salên destpêkê yên koçberiyê de rêxistinên mirovî alîkarî pêşkêşî wan dikir, lê alîkarî di salên dawîn de gelekî kêm bûn. El Ziyab daxwaza dayîna tazmînatan ji bo koçberan û sererastkirina malan beriya pêkanîna plana vegerê kir.

Koçbera bi navê Rîma Mihemed jî anî ziman ku jiyana li kampa Waşûkanî veguheriye êşeke domdar û got zivistanê bahoz û baran in û di havînê de pirsgirkên xizmet û debarê girantir dibin.

Rîma Mihemed diyar kir ku daxwaza sereke ya piraniya koçberan ew e ku vegerin malên xwe û li erdên xwe bixebitin, lê rewşa ne ewle li pêşiya vegerê astengî ye. Rîmayê got, şert û merc çi dibe bila bibe ew dixwaze vegere gundê xwe û di nava erdê xwe de kar bike.

Koçbera bi navê Zehra El Xidir jî da zanîn ku pirsgirêkên koçberan girêdayî ceyran, av, lênêrîna tenduristiyê û pirsgirêkên xetên kanalîzasyonê ne ku bandorê li rewşa kampê dikin.

Zehra El Xidir got ji bo koçber bikarin vegerin warê xwe, divê ewlehî were peydakirin, mayîn û bermahiyên şer werin rakirin û tawîzan bidin şêniyan da ku malên xwe yên zerardîtî ji nû ve ava bikin.

(bb)

ANHA