Di Civaka Rojhilata Navîn de Pirsgirêka Jinan- RÊBER ABDULLAH OCALAN 

Beriya her tiştî gelekî girîng e ku êş û azarên jinan ên di nava civakê de li gorî aliyên xwe yên dîrokî-civakî werin nirxandin. Ev pirsgirêk çavkaniya hemû pirsgirêkan e. Berî civaka çînî-dewletî jî em dibînin ku hiyerarşiyeke tund a serdestiya mêran (baviksalarî) li ser jinan sazûmankar bûye. Gelek gotin û têgehên mîtolojîk û olî ji bo serdestiya mêran hatine bikaranîn.

Di Civaka Rojhilata Navîn de Pirsgirêka Jinan- RÊBER ABDULLAH OCALAN 
5 tebax 2024   05:35
NAVENDA NÛÇEAYN

Destana Înannayê ya xwedawenda Ûrûkê, rengvedana vê pêvajoyê ye. Hesreteke mezin ji xwedawenda pîroz a kevnar xweza re heye. Di hiyerarşiya baviksalar û pergala dewletê de hatiye asêkirin û ji ber hîlebazî, dek û dolab û zordariya serdestiya mêran a di vê pergalê de, dinale. Di Destana Babîlê de ev rastiya hanê (şerên xwedayê mezin ê Babîlê Mardûk û xwedawend Dîamatê) pir aşkera û balkêştir e. Di mîtolojiya Sumeran de tê gotin ku jin ji parsûyên mêran hatine afirandin. Ev gotinele sembolîk e. Di olên yekxwedayî de jî ev nêzîkatî didome. Jin wek xwedawend dikevin zîxûratên Sumeriyan lê wek fahîşeya perestgehê jê derdikeve. Cara yekemîn fihûşxane li bajarên Sumeriyan tên vekirin. Jin ji fahîşetiya perestgehan ber bi cariyetiya qesrê ve têne terfîkirin. Malê koletiyê yê daîmî yê bazaran in. Di şaristaniya Greko-Romayê de bi tenê koleyên karê navmalê ne. Cihê wan di nava siyasetê de nîn e. Di şaristaniya Ewropayê de objeyeke zayendî ye ku bi peymanekê bi mêran ve tên girêdan. Di şaristaniya kapîtalîst de fahîşeya gerdûnî ya gelemperî ye. Dîrok bi serdestiya mêran re yekcar bûye xwedî avadanî û wateyeke bi temamî zayendperest. Êdî dîrok wek mêr pê de diçe.

Kulfetkirina (pîrekkirin) jinan (tê wateya kolekirina jinan) piştre di objeyên mêrane yên civakê yên kedlêxwarî û bindest de tê nîşandan. Klîka jorîn a siyasî, leşkerî û rahîban a civakê ber bi pozîsyona zayenda serdest ve tê veguhestin, beşa jêrîn a ku tê birêvebirin jî, her ku diçe dibe kulfet. Di civaka Greko-Romayê de mêr ji temenekî biçûk ve bi nêzîkatiyeke tund a zayendperest tên perwerdekirin. Di tevahiya serdemên şaristaniyê de, di encama nêzîkatiyeke zayendperest de, eletewşiyên zayendperest li hember jinan berdewam dikin. Êdî jin çi qasî kole bin, mêrên kole jî ew qas jin an jî kulfet in.

Di civakên Rojhilata Navîn de dema van pirsgirêkên dîrokî, pirsgirêkên ji ber zext û mêtingeriya kapîtalîst jî lê zêde dibin, ji bo jinan êdî ji jiyanake wekî kabûsan wêdetir tişten namîne. Jinbûn dibe mirovên herî zêde di tengasiyê de. Zordestî û kedxwariya herî giran a ku civak pê re rû bi rû dimîne, li ser beden û keda jinan tê meşandin. Hê nû hay jê dibin ku jin jî mirov in. Nêzîkatiya bêrûmet a zayendperest a tund, cihê xwe dide lêgerîna li heval û hevrêyeke hewcedarî pê heye. Qet nebe nîqaşa vê tê kirin. Divê were zanîn; heta ku jiyîneke rast bi jinan re di nava civakê de çênebe, jiyaneke watedar çênabe. Divê em bizanin ku jiyana herî watedar û bedew bi jinên azad re pêkan e ku rûmeta xwe bi tevahî bi dest xwe ve aniye û bi vê pêzanînê gotin û tevgerên xwe bikin.

JI PIRTÛKA RÊBER ABDULLAH OCALAN A BI NAVÊ, “PARASTINA KURDÊN DI NAVA PENCÊ QIRKIRINA ÇANDÎ DE/PIRSGIRÊKA KURD Û ÇARESERIYA NETEWEYA DEMOKRATÎK” HATIYE GIRTIN.