Destpêkê hevjîna wî girtin, piştre çavê wî kor kirin

Dema li mala xwe ya li Efrînê bûn çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi ser mala wan de girtin. Heqaret li wan kirin, hevjîna wî birin û ev 5 sale di zindanên wan de ye. Çete piştre careke din hatin û vê carê êşkence li wî kirin û çavekî wî kor kir, mala wî hat talankirin.    

Destpêkê hevjîna wî girtin, piştre çavê wî kor kirin
Destpêkê hevjîna wî girtin, piştre çavê wî kor kirin
5 tebax 2024   07:25
ŞEHBA
ZEYNEB ŞÊXO

E.M. li kampek koçberan a li Şehbayê li pêşiya çadıra xwe rûniştiye û awirên wî hûr û kûr çûne. Rih û hişê wî li Efrînê ye, tiştên bi serî wî hatine jibîr nake. Belkî ji deh hezaran kesên ku li Efrînê ketine ber pençeyê hoveberan û dinyayê çavên xwe ji wan re girtine, tenê mînakek biçûk e. 

Ew ji gundê Basûfanê yê Efrînê ye. Dema dewleta Tirk a dagirker û çeteyên sala 2018’an Efrîn dagir kir, wan jî wekî gelek malbatan nekariye ji herêmê derkevin.

Li gorî gotinên E.M. ku serpêhatiya xwe ji ANHA’yê re vegot, ji roja dagirkirinê ve bi zordarî û hovîtiya çeteyan re rû bi rû mane. 

HEVJÎNA WÎ BIRIN

Tevî hevjîn û keçek xwe li Basûfanê mabûn. 10 roj piştî dagirkirinê komek çeteyan bi ser mala wan de digirin. Di destê hevjîna E.M. de telefonek heye. Dema çete telefonê dibînin dixwazin jê bistînin, lê ew telefonê nade. Çete jî bi zorê telefonê jê distînin û dişikînin. Piştre jî hevjîna E.M. bi zorê dibin gundê Îska yê navçeya Şêrawa û dixin zindanê. Ev 5 sal in têkoşîn dike ku hevjîna xwe ji lepên çeteyan xilas bike, nekariye.

E.M. ji ber êrişên çeteyan û bê derfetiyê keça xwe teslîmî mirovek xwe kiriye ku xwedî lê derkeve. Niha ji keça xwe jî dûr ketiye.    

ÇAVÊ WÎ KOR KIR

Piştî revandina hevjîna E.M. di heman salê de (2018) çete careke din êrişî mala wî dikin û vê carê êşkenceyê lê dikin. Ji ber lêdana bi çekan, çavê wî yê çepê kor bûye û êdî nabîne. Her wiha çend caran emeliyat bûye, rewşa wî ya tenduristiyê xirab e û pêdiviya wî bi alîkariyê heye.

MALA XWE FIROT LÊ….

E.M. bi armanca ku hevjîna xwe ji destê çeteyan xilas bike, ketiye nava lêgerînê û parêzerek girtî ye. Ji bo mesrefa parêzer bide, ji 2 malên xwe yek firotî ye. Lê parêzer jî bi hinceta “ez jî nizanim” sedena girtinê ji wî re negotiye û jê re gotine ku 6 sal ceza hatiye birîn.  

HAT ŞEHBAYÊ

E.M. nêzî 2 meh beriya niha ji herêmê derketiye û niha li kampek koçberan a li Şehbayê dimîne. Mala wî ya din jî di destê çeteyan de maye.

Ji ber ewlekariyê û metirsiya li ser jiyana hevjîna xwe, naxwaze navê xwe yê rast bide û dîmena wî bê kişandin. Lewma me jî navî yê rast neda û dîmena wî ne kişand.

E.M. dibêje piştî çeteyan hevjîna wî revandin, piştî 6 mehan karîbuye wê bibîne, lê piştî demekê hevjîna wî birine zindana çeteyan a Maratê ya bajarê Efrînê û 2 salan li wir hatiye hiştin, piştre jî birin zindana bajaroka Raî.

E.M. bal kişand ku hevjîna wî rastî êşkenceyê tê û vv salek û 2 mehe tu agahî ji wê negirtine.

Bi gotinên E.M. yên wekî, “Şêniyên Efrînê xwediyên malk û milkin, lê niha aydê wan nîn in. Dema dixwazin biçin nava zeviyên xwe, pêwîste pereyan bidin çeteyan. Dema bixwazin biçin li malên xwe bicîh bibîn, divê her yek ji wan 200 dolaran bide. Kuştin, êşkence, revandin û destdirêjî her didome” careke din hovîtiya çeteyan bibîr dixîne.

E.M. bang li tevahî koçberên Efrînê kir ku bi gotinên dagirkeran û hevkarên wan ne xapin û di van şertan de venegerin Efrînê.

(a)

ANHA