Korîdorên enerjiyê û dîzaynkirina siyaseta dinyayê

Korîdorên enerjiyê û dîzaynkirina siyaseta dinyayê
5 tebax 2024   08:00

Serdema me di warê teknolojîk de diguhere-vediguhere. Tê de ewlekariya sîber, di asteke bilind de ragihandin, pêvajoya zekaya sûnî (çêkirî), neqilkirina enerjiyê û derbasbûna ji bo enerjiya ku bi avhewayê re hevaheng heye. Jixwe ji ber şerê Rûsya û Ûkraynayê pirsgirêkên enerjiyê derketine û vê yekê hiştiye ku derbasbûna ji bo enerjiyên bi avhewayê re hevaheng bê lezandin.

Ji niha ve projeyên gelekî mezin ên li ser esasê enerjiya elektrîk, pêl, tav û bayê hatine çêkirin û ji bo pêkanînê tên lezandin. Erebeyên bi elektrîk, amûrên ji bo firînê, amûrên teknîkî yên jêr-jorî behrê, di serî de teknolojiya nivîsbariyê-kar a pîşeyî, robot û teknîka zekaya sûnî, di qadên makro-mîkro de bikaranîna pergala kamerayê, kontrolkirina her liv û tevgera ferd û di qadên wekî ragihandinê de ev pêşketin çêbûne û wê çêbibin.

Di pêvajoya pêşketina civakî de dema ku li şûna komirê petro hat bikaranîn, li şûna amûrên hilberandinê yên li ser esasê hêza fîzîkî sanayî pêş ket, vê yekê bi xwe re serdema nû aniye. Guhertina maddeyên enerjiyê û teknîk-teknolojiyê yên ku me li jor behsê kirin wekî pêvajoya derbasbûna serdemeke nû tê diyarkirin. Tê zanîn hin pispor serdeman li ser esasê madeyên enerjiyê pênase dikin. Wekî nimûne, dema ku komir di hilberandina kapîtalîst de wekî yekeya enerjiyê ya esasî dihat bikaranîn vê demê li gorî xwe hiyerarşiyeke neteweyî û navneteweyî ava kiriye. Îngilistan hegemonê van deman bû. Dema ku petrolê şûna komirê girt vê carê DYE wekî hêza hegemonîk derketibû ser dikê. Siyaseta dinyayê li ser esasê yekeya petrolê xwedî hiyerarşiyekê bû û di navenda vê de jî DYE hebû. Li gorî hin şîroveyan niha ev hiyerarşî wekî ku tê xwestin naxebite.

Ji şoreşa sanayiyê heta niha ji bo ku bibin xwediyê çavkaniyên enerjiyê pêşbirkeke pir mezin didin meşandin. Tê zanîn, ev pêşbirk jî bûye sedema gelek şerî. Di pêvajoyên dîrokî yên bihurî de jî bêguman şerên parvekirinê yên li ser esasê feraseta mêtingeriyê hebûn. Di serî de Şerê Cîhanê yê Yekemîn, yekser an jî di piştperdeya wan de, di piraniya şer û krîzên çêbûyî de tê dîtin ku li ser esasê xwedîderketina li maddeyên enerjiyê ne yan jî ji bo ku karibin rota, îstîqametên neqilkirina enerjiyê bixin ewlekariyê pêş xistine. Ji bo ku mirov xwe bigihîne vê encamê mirov dikare li raporên mezextina enerjiyê ya welatên pêşketî binêre. Bi vî rengî ev rewş dikare baştir bê fêmkirin. Lewma jî mirov binêre di welatên pêşketî de enerjî di mezinbûnê de xwedî çi rolê ne, qadên bikaranîna maddeyên enerjiyê çi ne û li ser dinyayê parvekirina miqdara enerjiyê çi ye. Ev ê têrker be. Mirov binêre di navbera qadên mezextin û qadên hilberandina maddeyên enerjiyê de rewşa jeopolîtîk çi ye, mirov li ser xetên neqilkirina enerjiyê û herêmên mezextina herî mezin a enerjiyê tehlîleke rast bike, wê encam jî derkeve holê ka çima ji bo yekdestdariya maddeya enerjiyê şerên ewqasî mezin tên derxistin û meşandin.

Rewş bi vî rengî ye. Wê çaxê divê mirov li îstîqamet û rotayên enerjiyê yên nû binêre, ev niha di çi astê de ne û divê mirov li rewşa blokên berjewendiyên guherbar ên ku li beramberî vê rewşê ketina nava hev binêre. Ev ê ji bo fêmkirina meselê têrê bike. Projeya Rojhilata Navîn a Mezin jî tê de, di bingehê gelek projeyên siyasî de xwedîderketina li çavkaniyên enerjiyê, pêkanîna ewlekariya îstîqamet û rotayên ku tê re enerjî tê neqilkirin û pêkanîna gera bêyî asteng a sermayeyê heye. Tê dîtin ku li Rojhilata Navîn gelek dewlet tên hilweşandin û şewitandin û bi vî rengî astengbûna wan a li pêşiya gera sermayeyê tê pûçkirin. Feqet ji ber ku rejîmên hevkarên siyasî yên ku nûnertiya cewhera sermayeyê bikin nehatine avakirin, tê dîtin ku pêvajoya avakirina alîgirên ku wê ewlekariya sermayeyê pêk bînin nehatiye temamkirin. Li milê din, di warê îstîqamet û çavkaniyên enerjiyê de di serî de li Misir, Tûnis, Lîbya, Iraq, Lubnan, Sûrî, Yemen, Îran û Tirkiyeyê şer û rewşên nû rû didin û di cewherê wan de jî ev rastî heye. Şerê Ermenîstan (Qerebax), Azerbaycan, Hamas, Îsraîlê û nîqaşa Zengezûrê yekser têkildarî vê rewşê ye. Şerê qirkirinê û îmha-înkarê yê ku Tirkiye li dijî Bakurrojhilatê Sûrî, Başûr û Bakurê Kurdistanê dimeşîne yekser têkildarî van pêşketinan e. Şerê Rûsya û Ûkraynayê, stratejiya ku dixwaze bi rêka Taywanê Çînê dorpêç bikin di cewher de şerê parvekirin û hegemonbûnê ne.

Tê zanîn, NATO, DYE, Îsraîl, Ewropa û Tirkiye ji bo ku karibin yekdestdariya xetên petrol, gaza xwezayî û enerjiyê ya Rûsyayê bişkînin di nava lêgerînê de ne. Ewropa di warê enerjiyê de girêdayî Rûsyayê ye. Di salên 2000’î de bi pêşengiya Rûsyayê û bi tevlîbûna Hindistan û Îranê hevpeymana “Korîdora Enerjiyê ya Bakur-Başûr” hat îmzakirin, lê pêk nehat. Plansaziya korîdora enerjiyê ya Rûsya, Îran, Sûrî û dewletên din ên peywendîdar a ku wê di ser Sûrî re li Deryaspî vebûya pêk nehat û tê zanîn ku Rojava ev yek asteng kiriye. Her wiha, wekî îdîayeke girîng hatiye diyarkirin ku ji ber ku Sûriyeyê polîtîkaya enerjiyê ya Rojava qebûl nekiriye şer çêbûye. Çîn bi projeya xwe ya nahiye û rêyan, bi projeyên xwe yên balkêş ên ku xwe digihîne navendên girîng ên mîna Amerîkaya Latîn, Afrîka, Ewropa, Asya û Rojhilata Navîn daket ser dikê û ev gav ji bo ku şerên enerjiyê germ bibe girîng bûne. Li beramberî vê, bereya hêzên Rojavayî jî di G20’ê de yekîtiya Afrîkayê zêde kirine û bi korîdora aboriyê ya Hindistan, Rojhilata Navîn û Ewropayê bersiv dane. Çînê hewl daye bi rêbazên siyasî û dîplomatîk Rojhilata Navîn ji xwe re veke, li beramberî vê jî hemleyên dijber pêş ketine. Di encam de Rojhilata Navîn bûye nuqteya esasî ya ku lê hemû hêz digihêjin hevdu. Her çiqasî li deverên cuda yên cîhanê ev alozî gihiştibe asta tehdîda şer heta nukleerê jî, îstîqameta esasî ya ku ev hêz lê digihêjin hev qada Rojhilata Navîn e. Çîn û Rûsyayê xwe berdane Rojhilata Navîn û ev rewş jî vê rastiyê îfade dike. Tê gotin ku di demeke nêz de wê hin hêz ji Rojhilata Navîn derkevin. Ji ber van sedemên ku me behsê kir ev gotin rastiyê nateyisînin.

Li milê din, cografyaya Afrîkayê ji ber ku wekî depoya maddeyên enerjiyê yên nû tê dîtin wê di dema nû de pozîsyona wê xurt bibe. Tê dîtin ku li parzemîna Afrîkayê şerekî reqabetê yê cidî heye. Li gel van, dema ku em korîdora ekonomîk a Hindistan, Rojhilata Navîn û Ewropayê û projeya yek nahiye yek rê jî li ber çav bigirin, ji Afrîka, okyanûsa Hindê, nîvgirava Erebîstanê, herêmên Asya û rojhilatê Deryaspî, herêma Rojhilata Navîn derbas dibe û digihêje Qibris, Yewnanîstan û Ewropayê bi giştî çar têketinên esasî yên rêyên enerjiyê hene.

1.       Ew xeta ku ji okyanûsa Hindê derdikeve, peravên rojhilat ên Afrîkayê dişopîne, di derbenda Babulmendep dikeve Qizildenîzê û ji Qenala Suweyşê digihêje Deryaspî û ji wir jî digihêje Yewnanîstan-Qibris û Ewropayê.

2.       Ew xeta ku heman xeta li jorê dişopîne, feqet wekî veguhestinê xeta Misir-Xezzeyê, yanî di ser Îsraîl-Filîstînê re digihêje Ewropayê.

3.       Ew xeta ku peravên rojava û başûrê Afrîkayê dişopîne, digihêje okyanûsa Atlas, ji peravên rojava yên Ewropayê yan jî ji Derbenda Cebelîtariq dikeve Deryaspî û ji wir digihêje peravên başûr ên Ewropayê.

4.       Xeta IMEC (India-Middle East-Europe Corridor) ya ku li beramberî Teşebusa Nahiye û Rê ya Çînê wekî alternatîf hat pêşxistin û wê di ser Hindistan, Îmarat, Erebîstana Siûdî, Urdin, Îsraîlê re berê xwe bide Ewropayê.

Ev çar deriyên esasî xwedî pozîsyonên stratejîk in û herî zêde balê dikişînin. Bi taybet jî nuqteya esasî ya ku ev îstîqamet lê digihêjin hev xekên Îsraîl û Filîstînê ne. Şerê Îsraîl û Hamasê bi israr tê domandin û eşkere ye ku sedema wê ji bo enerjiya paqijkirina rê ye. Li milê din hevdîtinên DYE û Îranê hene, nîqaş hene ku bi rêka Derbenda Hurmuzê Îranê jî tevlî korîdora ekonomîk a Hindistan, Rojhilata Navîn û Ewropayê bikin. Ji vir wekî texmîn dikare bê gotin ku plana li ser nîqaş dikin pêşbînî dike ku dewleta Îranê ji eksena Rûsya û Çînê derxîne.

Em bala xwe bidinê, xetên îstîqameta esasî li herêmên Rojhilata Navîn û Rojhilatê Deryaspî ne, ev der navendên stratejîk in. Her wiha, divê mirov rezervên enerjiyê yên li Rojhilata Navîn jî wekî depoya çavkaniya esasî ya stratejîk bigire dest. Li ser van rotayên esasî çavkaniyên enerjiyê yên li Kurdistanê û Rojhilata Navîn jî bar dikin û wisa vediguhezînin. Lewma jî ev çar deriyên esasî yên ku peywendiya wan bi dinyayê re heye û welatên kendavê dibin herêmên wisa ku di warê nirxê eraziyê de di asteke herî bilind de ne. Yek jî, ya ku herêmên Afrîka, Asya û Rojhilata Navîn bi hev ve girê dide Nîvgirava Sîna û Xakên Filîstinê ne. Çola Sîna, zozanekî di navbera parzemîna Afrîka û Nîvgirava Ereb de ye. Wekî cografîk li ser parzemîna Asyayê tê hesibandin. Rojhilatê çola Sîna sînorê Îsraîl û Misirê ye. Yê ku li ser van xakan serwer be li ser Deryaspî, Afrîka û kendavê jî serwer dibe.

Li gorî vê rewşê, li gorî xet û deriyên esasî, wê çaxê lîmanên (bender) Rojhilatê Deryaspî yên ku ev xet lê digihêjin hevdu ji kîjan dewletan pêk tên? Li Tirkiyeyê lîmana Mersîn-Îskenderûn, li Sûrî lîmana Lazkiye-Tartus, li Îsraîlê lîmana Heyfa, li Filîstînê lîmana Xezze, li Lubnanê lîmana Beyrûdê û lîmana Qibrisê wekî lîmanên Rojhilatê Deryaspî hatine parvekirin.  Niha hevpeymanên ewlekariya lîmanê yên nû ji ber van sedemên ku me behsê kir nehatine çêkirin.

Projeya mezin a DYE û Îsraîlê ew e ku hemû derî bi rêka lîmana Îsraîl, Filîstîn-Xezzeyê bigihêjin hevdu û korîdora enerjiyê wisa ava bibe. Ji bo ku ev projeya mezin û projeyên din ên muxtelif pêk werin nêrîn ew e ku hemû lîmanên din ên mayî pasîf bibin û ji dewrê derkevin. Di serî de jî dixwazin lîmanên li Sûrî, Tirkî û Lubnanê pasîf bikin û ji dewrê derxînin.

Li gorî vê projeya mezin divê dewleta Sûrî bêyî îstîqrar be, feqîr be, bi pirsgirêk be, bêbandor be, ji taqat ketibe û parçeyî be. Lubnan jî divê ya hatibe dagirkirin, heger ev nebû, divê rêveberiya wê bê guhertin. Lê, divê di her rewşê de li ser vê qadê teqez serwerî bê avakirin.

Nîvgirava Sîna ya Misirê yan jî çola Sîna, bi heman astê yan divê ji Misirê bê qutkirin, yan jî li ser esasê vê ferasetê divê tifaq bê avakirin, yan jî divê ev herêm teqez bikeve bin kontrolê. Tirkiye ji ber ku di rewşa heyî de pozîsyoneke bi hevseng dimeşîne baweriyê nade, her tim binê sîstemê vedide, li cihekî şaş bi cih bûye û ji ber pirsgirêkên wê yên ewlekariya hundir bûye yek ji wan welatên ku ji dewreyê hatiye derxistin.

Serokwezîrê Îsraîlê Bunyamîn Netanyahî got, ‘Em ê Rojhilata Navîn biguherînin, em ê nexşeyên Rojhilata Navîn bi rengekî ku wekî berê nebe biguherînin.’ Ev gotina wî jî xwe dispêre vê rastiya ku me behsê kir. Bi heman şeklî Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan jî got, ‘Hamas li Xezzeyê xeta pêş a Anatolyayê diparêze, Anatolyayê diparêze.’ Divê mirov vê gotina wî jî wekî helwesta wî ya li beramberî vê projeya mezin bigire dest. Ji bo şerê Îsraîl-Hamasê wekî tez gotin ku ji bo ku rê bê paqijkirin hatiye pêşxistin. Her wiha tezeke din jî dibêje wekî planeke li dijî hevpeymana Îsraîl-Ereban hatiye pêşxistin. Ev tez bi rengekî cidî tên nîqaşkirin. Feqet di encam de tê dîtin ku ev pêvajo û polîtîkayên Îsraîl-DYE hevdu digirin, hevaheng in.

Pêkanînên qetlîamê yên sawdar ên Îsraîlê xwe dispêre mezinbûna projeyê û teqez tasfiyekirina Hamasê. Tirkiye di ferqa vê de ye û bi hemû hêza xwe hewl dide vê projeyê vala derxîne. Herî dawî bi aqlê Rûsyayê pêvajoyeke ku Tirkiye û Sûriye nêzî hev bibin hat destpêkirin. Di vir de plansazî ew e ku wê Sûriye ji rewşa wê ya pasîf û parçeyî derxînin û bixin nava hevkêşeya hêz-peywendiyê. Ji ber ku hebûna hêzên statukoparêz ên lawaz û milê xwe yê navendî ji dest daye ji bo gelê Kurd qadê vedike. Ji ber vê yekê dewletên herêmê li beramberî pirsgirêkan hewl didin wê dîsa ber bi navendîbûnê ve bibin. Mantixê esasî ya peywendiyên ku li gel Sûrî datînin ev e. Tê dîtin ku heman tişt ji bo Iraqê jî tê pêşxistin. Her wiha li hemberî hevpeymana Îsraîl û Ereb a ku bingehê wê hatiye çêkirin, dixwazin dewleta Sûrî ji nêz ve bixin markajê û tevlî bereya nû bikin. Li gel vê, îhtîmala siyaseta şantajê ya li hemberî DYE jî heye.

Dîsa her çiqasî gelek sedemên şerê Tirk û Kurd hebin jî hinceta herî girîng ew e ku ji bo projeya veguhestinê ya ku Iraq, Asya û Ewropayê digihîne hev wê rêya xwe paqij bikin û ewlekariya rê pêş bixînin. Cografyaya Kurdistanê hem di warê rotaya enerjiyê de hem jî di warê dewlemendiya çavkaniyên enerjiyê de gelekî girîng e û nuqteyeke hevbiriyê ye. Li vê qadê şerê 50 salan wekî çawa nahêle lêgerîn û dîtina maddeyên enerjiyê çêbibe, her wiha ev berxwedan ji bo îstîqametên maddeyên enerjiyê jî di pozîsyona astengê de ye. Tevgera PKK’ê ji ber ku hem di warê lêgerîna li çavkaniyên enerjiyê di pozîsyoneke asteng de ye hem jî ji bo rêyên enerjiyê di pozîsyoneke asteng de ye bi pêşketinên dawî re zêdetir berbiçav bûye. Tevgera PKK’ê di serî de NATO, di rojeva esasî ya hêzên de her tim wekî diyardeyeke ku divê bê tasfiyekirin hatiye bidestgirtin. Dewleta Tirk bi piştgiriya ji van hêzan digire ji bo tasfiyekirina Kurdan polîtîkaya qirkirinê dimeşîne. Lewma jî ji bo îstîqameta rêya enerjiyê ya ku di bin navê projeya pêşketinê de hatiye diyarkirin hem tafiyekirina Kurdan xistine rojevê hem jî tê fêmkirin ku ev hewldanek e ji bo valaderxistina korîdora ekonomiyê ya Hindistan, Rojhilata Navîn û Ewropayê tê pêşxistin. Dixwazin bi tîrekî du nîşanan hildin. Heta hatiye plankirin ku bi rêka şirîkatiya Iraqê PDK’ê tasfiye bikin, bi rêka PDK’ê jî PKK’ê tasfiye bikin. Her wiha tê dîtin ku siyaseta hevsengiyê ya Tirkiyeyê li ser îstîqametên enerjiyê jî diteyise. Wê kîjan hêza hegemonîk qezenc bike ev ne diyar e. Li gel vê divê bê diyarkirin ku projeya pêşketinê ya ku wê Iraq, Asya û Ewropayê bigihîne hevdu di pêvajoya pêş de dikare hem li ser projeya rêyek û nahiyeyekê hem jî li ser korîdora ekonomiyê ya Hindistan, Rojhilata Navîn û Ewropayê bê zêdekirin.

Di asta navendî de tê dîtin ku di navbera projeyên rêya enerjiyê yên DYE, Rûsya û Çînê de şerekî mezin heye. Ev proje li ser welatên Rojhilata Navîn tên ferzkirin. Planên ji bo derbaskirina pêvajoya navberê ya kaotîk tên çêkirin piştî ku rewşa korîdorên enerjiyê zelal bibe wer xuya ye ku wê bi lez pêş bikeve. Yan rêya nahiyeyê yan jî korîdora ekonomiyê ya Hindistan, Rojhilata Navîn û Ewropayê, bi vî rengî zextek li ser dewletan tê kirin û tê xwestin ku tercîhekê bikin. Dewletên Ereb, Tirkiye û Îran bi tercîheke cidî re rû bi rû hatine hiştin.

Welatên ku herî zêde bi dinyayê re hevaheng, bala xwe dane ser pêvajoyê dewletên kendavê bûne. Ev lêgerîna di nava welatên kendavê de ew kirine navenda guhertinên kokdar ên ku wê bihêle ew bibin aktor. Gotin li cih be, ji bo welatên kendavê dikare bê gotin ku pêvajoyeke bi awayekî biha eraziyê bazar dikin dest pê kiriye. Feqet tenê li ser esasê cografyayê nikare entegreyî pêvajoya nû bibe. Wekî sedemeke herî girîng jî ew e ku gelo rejîmên siyasî di nava xwe de li gorî şertên hevahengî sermayeyê dixebitin yan na. Welatên kendavê hewl didin xwe ji aboriya li ser esasê petrolê dûr bixin. Di rapora projeyên dinyayê de ya ku ji aliyê hin lêkolînên ji aliyê dinyayê ve tên qebûlkirin ve hatine kirin tê diyarkirin ku welatên kendavê xwe ji bo vê pêşketinê razandine. Wekî nimûne, li Siûdî Erebîstanê zêdetirî 5 hezar û 200 projeyî ku nirxa wan ê giştî 819 milyar dolar e, di meriyetê de ne. Welatên kendavê, di serî de Erebîstana Siûdî, di çarçoveya aboriyeke dikare bê domandin de ji derveyî petrolê ji bo projeyên hevpar ên li ba gelek welatên mîna DYE, Îngilistan, Hindistan û Çînê hevpeymanên demdirêj çêkirine. Ji bo vê yekê hedef dikin ku girêdanbûna xwe ya bi firotina petrolê kêm bikin û di qadên wekî tûrîzm, tenduristî, teknolojî, spor, perwerdeyê de razandmendên biyanî bikişînin welatên xwe. Li gelek welatên kendavê projeyên bajarên mezin hatine çêkirin û ev bûye ispat ku ji bo pêvajoyeke hevahengî dinyaya nû pêşengiyê dikin.

Di heman raporan de behsa mezinahî û berbelaviya gelek projeyan jî dike. Wekî nimûne, teknoKENT NEOM a post modern li bakurrojavayê Erebîstana Siûdî, li peravên Qizildenîzê dest pê kiriye tê înşakirin. Projeyeke bajarê dêw ê bi 500 milyar dolarî tê çêkirin. 9 milyon kes dikare lê bijî û pêvajoya enerjiya paqij a li şûna petrolê hevahengî avhewayê pêk aniye. Bajarê ku wê bi metodolojiya zekaya sûnî bê dewlemendkirin dê wekî bajarê biaqil pêş bikeve. Di heman çarçoveyê de wê wekî paytexta çandê ya Diriyah, navenda heng û şahiyê ya Qiddiya û nîvenga jiyana bi tendurist a Amaala xizmetê bide. Li Qizildenîzê jî wê navenda tûrîzmê ya luks a ji 90 giravî pêk tê were avakirin.

Xulase, wekî namzetên dewletên herî pêşketî yên serdema me welatên kendavê xuya dikin. Cografyaya kendavê herêmeke stratejîk e. Ya ku Afrîka û Asyayê digihîne hevdu ev cografya ye. Bi taybet jî ji ber ku Afrîka kana maddeyên enerjiyê yên nû ye, girîng dibe ku maddeyên enerjiyê yên ku ji vir tên derxistin bi rêka kendavê bigihêje Ewropayê. Hemû şîrketên dinyayê ji bo razandinên nû berê xwe didin welatên kendavê. Di vê dema kaotîk de welatên herî bi ewle û bi îstiqrar dewletên kendavê bûne.

Di giştî de û di herêmê de hevrikî û guhertineke li pey projeyên hevahengî dinyayê heye. Li beramberî vê dewleta faşîst a AKP-MHP’ê wekî tekane armanca xwe ji bo înkara Kurdan ketiye pey projeya Mîsaqa Millî. Bi vî rengî yên di destê xwe de jî ji dest da. Hemû polîtîkayên qirêj ên ku dewleta faşîst a Tirk bi navê ‘bila Kurd jê feydeyê negirin’ pêş xistin ji ber ku li herêma Rojhilata Navîn konsepta şer û tifaqên qirêj pêş xistin, di encam de bû sedem ku Tirkiye winda bike. Ji ber helwesta dijminane ya li dijî Kurdan a ku siyaseta faşîst a Tirk dişopîne, wer xuya dike ku li derveyî vê pêvajoya nû hatiye hiştin. Halbûkî diviyabû avanî û cografyaya Tirkiyeyê bibûya welatê herî zêde li gorî van pêvajoyan. Ji ber ku pirsgirêka Kurd çareser nekiriye û li beramberî demokrasiyê hestyar nebûye, neketiye nava pêvajoyeke wisa, wê mîsyona cografîk a ku bi sedan sal in li cografyaya Tirkiyeyê hatiye barkirin ji dest bê girtin. Di dinyaya guherî de Tirkiye wê di warê cografîk de wekî pêdiviyeke jêneger neyê bidestgirtin. Ji ber înkara Kurdan û arezûya mîsaqa milî di nava wê de pergaleke burokratîk a ku naxebite heye. Tirkiye ji ber polîtîkaya xwe ya înkarkirina Kurdan bi pêvajoyeke otorîteriyê û rêbazeke rêzikên navxweyî ya bêyî rêzik, çetewarî û mafyawarî ketiye nava pêvajoya nû. Avanî û nîvenga dewleta Tirk baweriyê nade sermayeyê, tûrîzmê. Ji ber ku avaniyeke dewletê ya ku li gorî sermayeyê xwedî sazî ye û dixebite tine ye di pozîsyona welatekî ne ewle de ye. Tirkiye ji bo ku karibe li ber çavê sermayeya navneteweyî xweş xuya bike û nîşan bide ku ew alîgirê Ewropayê ye di warê taktîkî de Mehmet Şîmşek ê ku nêzî sermayeya Ewropayê ye kiriye wezîrê maliyeyê. Lewma jî xwestine li gel wezîrê maliyeyê Mehmet Şîmşek û Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlikaya pergala Tirkiyeyê dizayn bikin û bi vî rengî pergaleke ekonomîk, burokratîk ya ku baweriyê dide sermayeyê û mafên sermayeyê diparêze ava bikin. Wezareta Karên Hundir hema hema her roj li dijî wan şebekeyên mafya, hişbirê û çeteyên ku pereyan spî dikin ku wan bi xwe ew anîne, operasyonan dikin. Rêveberiya faşîst a AKP-MHP’ê wer difikire ku wê bi vê rêbazê baweriyê bide sermayeyê û hem jî pêşbînî dike ku wisa wê pêşiya îflasa ekonomîk bigirin. Halbûkî heger Tirkiye hatibe vê rewşê tekane sedema wê polîtîkaya wê ya qirkirina Kurdan e û her cure polîtîkayên şaş ên têkildarî vê ne. Heta ku ev bi awayekî kokdar neyên guhertin di siberoja nêz de talûke heye ku Tirkiye parçe bibe.

 AKADEMIYA ZANISTÊN CIVAKÎ YA ABDULLAH OCALAN A BAKÛR-ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ